Şaredariya Gel hemleyeke dezenfektekirinê ya giştî li bajêr da destpêkirin

Şaredariye Gel a Minbicê di çarçoveya tedbîrên xweparastinê yên li hemberî vîrusa koronayê de hemleya dezenfektekirinê da destpêkirin.

Şaredariya Gel hemleyeke dezenfektekirinê ya giştî li bajêr da destpêkirin
16 nîsan, 2021   10:07
MINBIC

Hemleya dezenfektekirinê, li ser gelek qonaxan pêk tê bi dezenfektekirina kolanên sereke dest pê dike. Di qonaxa duyemîn de dê taxên şaxî werin dezenfektekirin.

Ji girîngtirîn kolanên ku hatin dezenfektekirin rêya Heleb, rêya Cizîrê, deriyê têketina sereke ya bajêr û sûkan. Di hemleyê de madeyên dezenfektekirinê bi alîkariya erebeyên agirkujiyê hatin reşandin.

Di qonaxa sêyemîn de dê tevahî dibistan, saziyên fermî, cihên olî û avahiyan werin dezenfektekirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber zêdebûna pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê di 11`ê Nîsanê de qedexeya derketinê ya giştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 10 rojan ferz kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NeO6N5NGCLo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>