Biden bi Rûsyayê re têkiliyên stratejîk didomîne

Serokê Amerîkayê Joe Biden got diyaloga di navbera hêzên mezin de ji bo aramiya cîhanê girîng e. Her wiha diyar kir ku ew naxwaze aloziya bi Rûsyayê re zêde bike.

Biden bi Rûsyayê re têkiliyên stratejîk didomîne
16 nîsan, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA`yê roja pêncşemê di civînek çapemeniyê de got: "Em nikarin rê bidin hêzên biyanî ku destweranê di hilbijartinan de bikin. Me bi zelalî ji Rûsan re diyar kiriye ku em ê bersiva êrişên wan ên li dijî DYA`yê bidin.”

Biden wiha li axaftina xwe zêde kir: "Me biryar da ku dîplomatên Rûsî ji Amarîkayê derxin wek bersiva destwerdana Moskovê di hilbijartinan de û em ê bersiva her binpêkirinekê bidin.”

Der barê civîna pêşniyarkirî ya bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re, Biden got: “Min ji hempîşeyê xwe yê Rûsî re civînek pêşniyar kir bi armanca gotûbêjkirina astengiyên hevbeş wek dosyaya nukleerî ya Îranê."

Biden bang li Rûsyayê kir ku rageşiya li ser sînorên Ukraynayê kêm bike û got: "Min ji Pûtîn re got dibe ku DYA cezayên din ferz bike."

(dx)