Almanya, Fransa û Ukranya dê ji bo nîqaşkirina aloziya li Donbaxê bicivin

Almanya, Fransa û Ukranya dê ji bo aloziya li ser sînorê Rûsya û Ukranyayê li hev bicivin da ku rewşa li rojhilatê Ukranyayê nîqaş bikin.

Almanya, Fransa û Ukranya dê ji bo nîqaşkirina aloziya li Donbaxê bicivin
16 nîsan, 2021   11:06
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeya a Almanyayê şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokê Ukranyayê Vladimir Zelensky wê îro bi rêya înternetê li hev bicivin da ku rewşa li rojhilatê Ukranyayê nîqaş bikin.

Fransa dan û standinên pêkanîna agirbestê li herêmê bi rê ve dibe. Li gorî çavkaniyên nêzî hikumeta Fransayê, beşdarên civînê dê rêbazên siyasî yên çareserkirina aloziyê nîqaş bikin. Civîn dê di saet 13:00`an GMT dest pê bike.

Ji ber bicihkirina hêzên Rûsyayê li seranserî sînorên bi Ukranyayê re, metirsiyên rûdana çerekî zêde dibin.

Îsyankarên ku Rûsya piştgiriya wan dike, nêzî 7 sal e beşên ji herêmên Donetsk û Luhansk li rojhilatê Ukranyayê yên li se sînorên Rûsyayê xistine bi desthiladariya xwe.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji wê demê ve zêdetirî 13 hezar kes hatine kuştin. Ruxmî agirbestê jî ji destpêka îsal ve derdora 50 kesî hatiye kuştin.

Fransa got ew ji nêz ve geşedanan dişopîne û ew ji binpêkirina agirbestê, metirsîdar e.

Çavkaniyên ji hikumeta Fransayê bi bîr xist ku Macron û Zelensky beriya civînê dê dan û standinan bikin. Li rex aloziya li Donbasê her du alî dê dozên aborî û têkiliya Ukranya bi Yekitiya Ewropayê (YE) re gotûbêj bikin.

(şx)