​​​​​​​ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-04-2021

​​​​​​​ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-04-2021
15 nîsan, 2021   23:00

- Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn û endamê Şaneya Aloziyê ya navçeya Til Temirê bang li şêniyên kir ku bi cidî nêzî rewşê bibin û biryaran pêk bînin da ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê piştrast kir ku ew ê rêya têkoşîn û berxwedanê ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewan bikin û got Ocalan doza neteweyekê girtiye ser xwe û nûnertiya sembola azadiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamevan Ezîz Koyluoglu bal kişand ser girîngiya operasyona li kampa Holê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û destnîşan kir ku operasyonên ewlekariyê bi tena serê xwe têrê nakin û got divê welatên têkildarî pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe ya siyasî rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bijîşkên navenda tenduristiyê ya gel a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, bang li şêniyan kir ku tedbîr û girtekên qedexeyê pêk bînin. Her wiha destnîşan kir ku her kesek berpirsyar e û di encama xemsariyê de dê hejmara pêketiyan zêde bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên êzidî yên li bajarê Helebê li hemberî siyasetên li dijî Şengalê tên sazkirin, teqezî bi hevgirtinê kir û diyar kir ku ew siyaset dê nekarin wan dûrî nasnameya wan bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Piştî daketina nirxê lîreya Sûriyê û aloziya jiyanî ji bin kontrola hikumeta Şamê derket, vê carê dergehên bi Rêveberiya Xweser re girtine. Gelek kes vê yekê wek hewldaneke ji bo derxistina aloziya xwe ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi nav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Hezkirina wî ya ji lêdana tembûrê re hişt ku stranên der barê rewşa heyî bihûne, Hisên Yusif Silêman di hûnandina stranan de xwe spart taybetmendiyên folklora kurdî û awazên hunermend Mihemed Elî Tico û ji xwe re bingeh girt, lê mixabin kirasê feqîrtiyê nehişt stranên xwe tomar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Qamişlo spasiya rêxistinên civaka sivîl a herêma Cizîrê kir ku klînîkên gel ji wan re li bajêr vekirine û destek da wan ku barê wan sivik bike bi taybet li klînîkên hemû beş hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA