Malbatên şehîdan: Rêber Ocalan doza neteweyekê girtiye ser milê xwe

Malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê piştrast kir ku ew ê rêya têkoşîn û berxwedanê ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewan bikin û got Ocalan doza neteweyekê girtiye ser xwe û nûnertiya sembola azadiyê dike.

Malbatên şehîdan: Rêber Ocalan doza neteweyekê girtiye ser milê xwe
16 nîsan, 2021   04:18
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, didomîne. Helwestên gelê Kurd ên şermezarkirina tecrîdê zêde dibin.

Malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşînê kir da ku rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

/kr/uploads/files/2021/04/15/192349_-.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Tacedîn Ferho got: "Bi rêya şopandina geşedanên ku li Rojhilata Navîn û rewşa Sûriyê pêk tên, em dibînin ku hevgirtinên siyasî yên cuda û tevgereke siyasî ya xurt heye da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin."

Ferho wiha domand: "Em wek gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asta yekemîn de pêwendîdarê van hevgirtinan in. Bi taybet ku dewleta Tirk di demên dawîn de zext û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan zêde kiriye. Sedema wê jî ku firkên wî yên xizmeta gelên bindest li herêmên me bi taybet û li tevahî cîhanê dike."

Ferho destnîşan kir ku kombûna cîhanê li derdora fikir û nêrînên rêber Abdullah Ocalan hişt ku hikumeta Tirkiyê zêdetir zextê li girtîgeha Îmraliyê bike û wiha domand: "Em dibînin ku rejîma Tirkiyê zêdetirî zext û tecrîdê li kesayeta welatparêz a cîhanî dike û ev hemû jî ji ber fikirên wî yên rizgarkirinê ku li dijî desthilatdar û zilmê ye."

Her wiha Ferho tekez kir ku ew wek gelên herêmê bêdengiya navneteweyî der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de şermezar dikin.

Tacedîn Ferho diyar kir ku dewleta Tirk tecrîdê didomîne, ji ber rêber Abdullah Ocalan doza neteweyekê girtiye ser milê xwe û nûnertiya sembola berxwedan, azadî û serxwebûna gelekî ku ji mafên xwe, zimanê xwe, dîroka xwe û erdnîgariya xwe mehrûm maye, dike.

Di dawiyê de Tacedîn Ferho bang li gelan kir ku binpêkirin û kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk şermezar bikin û got ew ê li qadên têkoşînê bin, bêdengiya navneteweyî şermezar bikin heta ku tecrîd were rakirin û rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan.

/kr/uploads/files/2021/04/15/192417_-.webp

Her wiha endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Sofî Elî diyar kir ku fikirên rêber Abdullah Ocalan di nava tevahî neteweyan de belav bûye, ji ber fikrên wê gelan ji koletî û zilmê rizgar dike.

Sofî Elî bang kir ku derfetê bidin parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan da ku serdana wî bikin û tecrîdê rakin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UH4kZ5ExbKI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>