Fransa: Tevlêbûna Ukrayna û Tirkiyê ji YE’yê re îhtîmaleke ne cidî ye

Wekîlê Wezareta Karên Derve ya Fransayê yê kar û barên YE`yê Clement Boone ragihand ku tu îhtîmaleke cidî ji bo tevlêbûna Ukrayna û Tirkiyê ji YE`yê re nîn in.

Fransa: Tevlêbûna Ukrayna û Tirkiyê ji YE’yê re îhtîmaleke ne cidî ye
15 nîsan, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Ria Novostî ya rûsî Clement Boone têkildarî tevlêbûna Ukraynayê ji NATO`yê re got: “Dibe ku têkiliyên me bi Ukraynayê re baş bin. Em dikarin piştgiriya wê bikin. Li gel rewşa dijwar a bi Rûsyayê re em xebatan di vî warî de dimeşînin. Lê ev nayê wateya tevlêbûna Ukraynayê ji Yekitiya Eworpayê (YE) re. Ez bawer nakim ku asoyên cidî yên vê yekê hebin.”

Di heman çarçoveyê de Boone têkildarî tevlêbûna Tirkiyê ji YE`yê re, got: “Heta niha tu îhtîmal tune ye ku Tirkiyê tev li YE`yê bibe.”

Boone wiha berdewam kir: “Ez di wê baweriyê de me ku divê em li xwe mikur werin ku ev îhtîmal bi pêş de naçe. Di rewşa heyî de, em tu îhtîmalên wê nabînin. Baweriya ku divê YE firehtir bibe, şaş e. Ji ber ku divê em yekitiya xwe bi pêş bixin û xurt bikin.”

Tê payîn ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron sibê (în) li Qesra Elysee hempîşeyê xwe yê ukraynayî Vladimîr Zelensky pêşwazî bike.

(şx)