​​​​​​​Hevseroka HDP’ê ya Amedê hate girtin

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik hate girtin. Hulya 14’ê Nîsanê li Mêrdînê hatibû destgîrkirin.

​​​​​​​Hevseroka HDP’ê ya Amedê hate girtin
15 nîsan, 2021   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik piştî biryara girtina wê di 14’ê Nîsanê de hatibû destgîrkirin.

Alokmen ji ber ku di sala 2012’an de dema hevseroka Şaxa Amedê ya SES’ê bû û tev li çalakiyên sendîkayê bûye û bi hinceta ku delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi ‘endamtiya rêxistinê’ tê sûcdarkirin.

Di rûniştina 14’ê Nîsanê de biryara girtina wê hate dayîn. Alokmen dema ku li Stewra Mêrdînê çûbû serdana malbata xwe, hatibû destgîrkirin.

Alokmen bi awayekî online tev li rûniştina li dadgeha li Amedê bû. Piştî ku biryar hate xwendin Alokmen şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.