Amerîka û Iraq… diyaloga stratejîk û encamên ne zelal

Di gera dawîn a “diyaloga stratejîk” a di navbera Bexda û Washingtonê de, careke din behsa çarenûsa hêzên Amerîkayê yên li Iraqê hate kirin. Ev diyalog li ser siyaseta Washingtonê ya li Iraqê û niyetên wê yên vekişînê bi xwe re gelek pirs derxistin holê.

Amerîka û Iraq… diyaloga stratejîk û encamên ne zelal
15 nîsan, 2021   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Di 7`ê Nîsanê de, Iraqê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku niyetên wan ên berdewamkirina koordîneyê û hevkariya dualî hene.

Di gera sêyemîn a “diyaloga stratejîk” a di navbera şandeya Iraqê ya bi serokatiya wezîrê karên derve Fûad Hisên û şandeya Amerîkayê bi serokatiya wezîrê karên derve Antony Blinken de bi rêya dîmen hatibû lidarxistin, her du aliyan piştrast kir ku hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê li ser vexwendina hikumeta Iraqê ji bo piştgiriya hêzên ewlekariyê di şerê li dijî DAIŞ`ê de, pêk hatiye.

Di daxuyaniya hevbeş de hatibû gotin: “Li gel pêşketina hêzên ewlekariyê yên Iraqê, her du alî gihaştin wê yekê ku rola hêzên Amerîka û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî niha veguheriye erkên perwerde û şêwiriyê bi rengekî ku karibin hêzên mayî li derveyî Iraqê belav bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du alî dê di dan û standinên dema pêş de li ser dema vekişîna hêzên çekdar, li hev bikin.

Piştî du gerên diyalogê yên bi rêveberiya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, ev gera yekemîn a iraqiyan e ku bi rayedarên rêveberiya nû ya Amerîkayê re çêdikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di mehên dawîn ên wîlayeta xwe de biryara vekişîna hêzên xwe ji Iraqê û Efganistanê dabû û di Çileyê de hejmara leşkerên Amerîkayê li her du welatan daxist 2 hezar û 500 leşkerî.

Serokê nû Jeo Biden jî wek serokê berê Trump, hewl dide hêzên Amerîkayê ji Iraq û Efganistanê vekişîne.

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ku Biden cîgirê wî bû, hêzên xwe bi temamî ji Iraqê vekişandibûn, lê belê ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê ew ji nû ve şandin wir.

Ev geşedan rû didin di demekê de ku hêzên Amerîkayê yên li Iraqê hema bêje rojane rastî êrişên bi moşekan ên komên girêdayî aliyên şîe yên girêdayî Îranê tên.

Helwestên blokên Iraqê yên parçebûyî li hemberî hebûna hêzên biyanî li Iraqê ji hev cuda ne. Hêzên alîgirên Îranê hebûna hêzên Îranê dipejirînin û li dijî hebûna Amerîkayê ne. Hêzên alîgirên dewleta Tirk û Kendava Ereban û hêzên kurdî jî ji vekişîna hêzên Amerîkayê ditirsin ku bi vê yekê hêzên alîgirên Îranê dê li ser desthilatê bimînin.

`VEKIŞÎNEKE QISMÎ’

Têkildarî mijarê nivîskar û rojnamevanê ji Iraqê Elaa El-Xetîb got: “Diyaloga Amerîka-Iraqê,  têkiliyên di navbera her du welatan de û sifeta qanûnî ya hêzên Amerîkayê li Iraqê, ji nû ve bi rêxistin dike. Hêzên Amerîkayê hêzeke di nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de ye û sala 2014`an li ser daxwaza Iraqê hatin herêmê. Derketina wê hêzê tê wateya derketina hemû hêzên Koalîsyona Navneteweyî. Hemû hêzên siyasî yên Iraqê jî vê yekê napejirînin. Xetereya DAIŞ`ê hîna heye. Beriya çend rojan jî Wezareta Parastinê ya Fransayê li ser vegera DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hişyarî dabû. Heta ku xetere hebe, divê hêzên koalîsyonê jî hebin.”

El-Xetîb wiha domand: “Niyeta Amerîkayê ya vekişîna beşî heye û dixwaze hejmareke diyar ku her du alî li ser li hev bikin, ji bo perwerdeyan, piştgiriya lojîstîkê û ji bo şerê li dijî xetereya heyî, bihêle. Ev yek ji bo hemû hêzên navneteweyî derbasdar e.”

Li ser siyaseta Amerîkayê ya heyî li hemberî Iraqê jî, El-Xetîb diyar kir ku niha siyaseta Amerîkayê di çarçoveya piştgiriya hikumeta Iraqê ya heyî de ye û wiha nirxandina xwe dewam kir: “Di gera duyemîn a diyalogê de li ser vê yekê li hev kiribûn. Her wiha siyaseta wan di çarçoveya piştgiriya aboriya Iraqê de û hevkariya di çareserkirina pirsgirêka enerjiyê de ye. Lê belê ev yek girêdayî rewşa hundirîn a hikumeta Kazimî ye. Gelek astengî li pêş hikumeta Kazimî hene, ji wan paşdeçûna aborî, têkiliyên herêmî û bi taybet têkiliyên bi Îranê re.”

El-Xetîb destnîşan kir ku li aliyekî din aloziya baweriyê ya di navbera hin aliyên siyasî yên Iraqê û Amerîkayê de heye û ev yek rewşê aloz dike û wiha lê zêde kir: “Wekî her kes dizane, pirsgirêka lihevkirinek nîştimanî li ser şêweyê têkiliyên bi Amerîkayê re heye. Kurd, Sunne û hin aliyên Şîi piştgiriya têkiliyên bi Amerîkayê re dikin. Li aliyekî din hin komên Şîi yên alîgirên Îranê jî wê têkiliyê xirab dibînin.”

Têkildarî girêdana wê yekê bi rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de, El-Xetîb got: “Ev rageşî bi şêweyekî girêdayî gelek dozan e, ji wan doza nukleerî û encamên dan û standinan. Her wiha doza Yemenê û Sûriyê. Di encamê de di têkiliya navbera her du aliyan de alozî heye û bandorê li rewşa Iraqê dike. Ez bawer nakim ku girêdana şerê Amerîka-Îranê bi vekişîna hêzên Amerîkayê re hebe, heke di rastiyê de vekişîn hebe.”

Elaa El-Xetîb daxuyand ku jinûve birêxistinkirin heye, lê belê dê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê bimînin, her wiha dê bargehên leşkerî bimînin û dê bicihbûna hêzan ji nû ve bê diyarkirin.

El-Xetîb li ser helwesta hikumeta Kazimî ev nirxand kir: “Ew dixwaze di têkiliyên Amerîka-Îranê de hevseng be. Berjewendiyên Iraqê bi Amerîkayê re hene, bejewendiyên wê bi Îranê re jî hene. Ji bo Iraqê her welat girîng in.”

El-Xetîb wiha domand: “Wekî tê zanîn Iraq di mijara kehrebe û gazê de ji Îranê sûdê digire. Her wiha têkiliyên bazirganiyê di navbera her du welatan de hene. Iraq têkiliyên bi Îranê re girîng dibîne, lê belê divê di rêgeha xwe ya rast de bin. Bê guman, di vê têkiliyê de şaştiyek heye divê bê rastkirin. Kazimî jî hewldana vê yekê dike.”

Li ser helwesta hêzên siyasî ji wê yekê, El-Xetîb destîşan kir ku hêzên siyasî der barê têkiliyên bi Amerîkayê re, ne yek in û wiha dewam kir: “Hêzên nêzî Îranê têkiliyên bi Amerîkayê re red dikin, hêzên din ên siyasî jî wan têkiliyan girîng û pêwîst dibînin. Ew hêz ditirsin ku ger hêzên Amerîkayê bi temamî vekişin, komên çekdar serweriya xwe ferz bikin.”

El-Xetîb wiha domand: “Mijara parçebûnê, niha li holê tune ye û tu sûdê li tu aliyekê nake. Ev dîtin li ser qada navneteweyî û herêmî nayê pejirandin. Berjewendiyan hemûyan di Iraqeke hevgirtî de ye û hemû jî vê yek dipejrînin.”

HINCETÊN AMERÎKAYÊ

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî û kar û barên Îranê Dr. Iyad El-Mecalî jî li ser heman mijarê got: “Bi hinceta xetereya dosyaya ewlehiyê û pêkanîna îstiqrarê li Iraqê, DYA`yê di çarçoveya peymana stratejîk a sala 2008`an de, serweriya xwe li ser gelek nuqteyên stratejîk û nuqteyên ewlehiyê yên girîng ferz dike.”

El-Mecalî diyar kir ku ev peyman di navaroka xwe de sedemên hebûna leşkerî ya Amerîka li Iraqê û hejmara leşkerên ku pêwîstiya siyaseta Amerîkayê bi hiştina wan li Iraqê heye, diyar dike şû wiha domand: "Nexasim ku rêveberiya serok Jeo Biden sedeman ji xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî re derdixe, da ku dosyayên ewlehiyê, têkoşîna li dijî terorê, aborî, enerjiyê û hevkariya di qada tenduristiyê de di bin serweriya xwe de bihêle. Hikumeta Iraqê jî dixwaze nîşan bide ku hêzên koalîsyonê li baregehên leşkerî yên tê de hemû cureyên çekan hene bi cih dibin û hêzên îstixbaratê yên li Iraqê jî ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û ji bo şêwirên leşkerî li wir in. Her wiha desthilata siyasî ya Iraqê dibêje ku DYA`yê rêzê ji serweriya Iraqê digire, lê ruxmî wê jî hêzên Amerîka yên li Iraqê girêdayî peymanek diyarkirî ne."

El-Mecalî destnîşan kir ku ji astengiyên sereke yên li pêş tevgerên siyasî yên hundirîn û derve yên Iraqê, zexta hêzên siyasî û komên çekdar ên alîgirên Îranê ne, taybet di dijberiya peymana stratejîk û hebûna hêzên Amerîka û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li ser erdê.

El-Mecalî wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji lew re, di çarçoveya şerê Îran-Amerîkayê de, dûvikên Îranê li Iraqê tên bicihkirin ji bo ku bi kiryarên xwe û daxwaza derxistina hêzên Amerîka û bidawîkirina rola Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê, rageşiyê zêde bikin.”

El-Mecalî bi bîr xist ku ev yek ne li gorî fikirên Kazimî û tîma wî ya wezaretê ye, ji ber ku ew bi Amerîkayê re li hev dikin û bawer dikin ku pêwîstiya Iraqê hîna bi piştgiriya rojavayî heye û wiha berdewam kir: " Hin hêzên dewletê hene ku pêwîstiyên Iraqê û dan û standinên ewlehî û leşkerî û girîngiya wan bi Amerîkayê re, di ber çavan re digirin û ne wekî xwesteke nîştimanî ya Iraqê lê belê wekî xwesteke Îranê dibînin. Hikuemta Iraqê jî teqez dike ku ew vê mijarê bi hevkarên xwe yên Amerîka û Hêzên Koalîsyonê re nîqaş dikin di çarçoveya dema hebûna biyanî û danîna bernameyeke şêwirmendiyê û piştgiriyê dûrî erkên leşkerî yên wan hêzan de. Her wiha hiştina hêza asîmanî ya Koalîsyona Navneteweyî. Di demekê de ku hikumeta Kazimî li ser nêrînên serok Biden ên têkildarî mijara piştgiriya leşkerî ji bo Iraqê û kêmkirina hêzên xwe, fikarên xwe nîşan da. Nexasim ku gefên komên çekdar li dijî hêzên biyanî bi giştî û hêzên Amerîkayê bi taybetî li Iraqê, zêde dibin.”

El-Mecalî destnîşan kir ku sîwana siyasî ya Heşid Şebî ya li parlamantoyê li dijî hebûna leşkerî ya Amerîkayê ye û di dosyaya bidawîkirina hebûna Amerîkayê de helwesteke hişk nîşan dide û wiha domand: “Her wiha xwesteka parlamantoyê ya bidawîkirina hebûna Amerîka û rêgirtina li pêkanîna berjewendiyên Amerîkayê ku gelê Iraqê red dike, di ber çavan re digire. Nexasim ku DYA di dosyaya bidawîkirina hebûna hêzên xwe li Iraqê di bin bihaneyên eşkere de, dereng dimîne û tenê dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne û xizmeta Îsraîlê bike. Ji bo vê yekê xebatên avakirin, pêşxistina binesaziya Iraqê, pêşkêşkirina xizmetan û jihevxistina Heşd Şebî wekî bihane bi kar tîne. Ji lew re, bawer nakim ku di dema niha de hebûna leşkerî ya Amerîka li Iraqê bê bidawîkirin.”

HEKE HÊZÊN AMERÎKAYÊ VEKIŞIN, DÊ ÇI BIBE?

Li ser bandora vekişîn an mayîna hêzên Amerîkayê li ser rewşa Iraqê, El-Mecalî got: “Bê guman bandora vekişîn an mayîna hêzên Amerîka li Iraqê bi asta nîşaneyên ku encama berdewama vê hebûnê û zêdebûna tundiya tafîyî ya bi faktor û armancên cuda diyar dikin ve, girêdayî ye. Nexasim ku di civaka Iraqê de pirrengiya etnîkî heye  ku dagirkeriya Amerîkayê piştî 2003`yan hevgirtina wan ji hev xist û ew kirin hêzên siyasî yên dijberî hev. Ji ber wê yekê li Iraqê rewşeke neîstiqrarê derket holê, xebatên avakirina dewletê hatin astengkirin û welatiyên wê hatin parçekirin. Bandora dagirkeriya Amerîkayê jî faktorekî xurtkirina tundiya tayîfî û etnîkî bû û hewl da sîstemeke siyasî ya li ser esasê tayîfî û etnîkî ava bike. Ji ber wê yekê tevlîhevî li welêt belav bû, sînorên wê nehatin kontrolkirin. Ji lew re, derbasbûna endamên çekdar bi taybetî Qaîde, DAIŞ, Pasdarên Îranê û Hizbullah a Lubnanê hate hêsankirin, ku roleke aktîf di tundiya tayîfî de lîstin.”

El-Mecalî di dawiya nirxandina xwe de got: "Dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve li ser xurtkirina tundiya siyasî ya tayîfî li Iraqê ji 2003`yan û heta 2017`an, bandor kir û bi taybetî xetereya tundiya siyasî ya tayîfî li ser ewlehî û aştiya civakê û li ser yekitiya Iraqê xurt kir. Bi taybetî bi pêşketina îdiayên ku dibêjin çareseriya guncaw a pirsgirêka tundiya tayîfî li Iraqê re, parçekirina Iraqê ji bo 3 dewletan li ser esasê etnîkî û tayîfî ye û dayîna derfetê ji bo hêzên derve da ku bi bihaneya parastina ewlehiya dewletê dest di kar û barên hundirîn werdin. Bandora tundiya tayîfî li ser xebatên siyasî yên Iraqê jî heye û hin caran digihêje asta tundiya di navbera pêkhateyên yek mehzehbî jî û ew yek bandorê li îstiqrar û yekitiya dewletê dike.”

(cx)

ANHA