'Em pişta xwe nadin Rûsyayê û em bi hêza xwe bawer in'

Koçberên kantona Efrînê ya dagirkirî ku li kantona Şehbayê dimînin diyar kirin ku ew pişta xwe nadin hêzên Rûsyayê û baweriya wan bi hêza wan a xweser heye.

'Em pişta xwe nadin Rûsyayê û em bi hêza xwe bawer in'
15 nîsan, 2021   05:41
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Sêşema derbasbûyî hêzên Rûsyayê yên li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê û gundê Keştarê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê bi cih dibin, ji nuqteyên xwe yên leşkerî vekişîn, lê piştî rojekê dîsa vegeriyan.

Koçberên ji Efrînê yên li Til Rifetê, nerazîbûna xwe der barê kiryarên Rûsyayê de nîşan dan ku ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Sûriyê, li ser xwîna gelê Sûriyê bazaran dike.

Welatiyê bi navê Cemal Silêman ê ji navçeya Şera têkildarî mijarê wiha got: "Kiryarên ku Rûsyayê bi rêya şêwazên tirsandina gel dike, ji bo me ne tiştekî nû ye, lê dîsa jî nikare bi van kiryaran berxwedana me lawaz bike."

Silêman da zanîn ku siyaseta ku Rûsya li Sûriyê dimeşîne, tenê xizmeta ajandeyên wê dike.

Welatiya bi navê Zîlan Cefer ji şêniyên gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ye girêdayî heman mijarê bal kişand ser siyasetên Rûsyayê ku li ser pêkanîna berjewendiyên xwe ava dike û wiha domand: "Tevî ku li kantona Şehbayê, nexasim li navçeya Til Rifetê hêzên Rûsyayê hene, lê dîsa jî li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gel pêk tîne, tu helwestê nîşan nade."

Zîlan di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew ê li hemberî planên li dijî herêmê li ber xwe bidin û berxwedana wan heta rizgarkirina Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî berdewam bike.

Ebdurehman Mûrad ê ji Cindirêsê jî destnîşan kir ku ew pişta xwe nadin hêzên Rûsyayê û got: "Ji ber ku li herêmê li berjewendiyên xwe digere û ne wekî ku îdia dike ku parastina serweriya Sûriyê dike."

Mûrad wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê berxwedana xwe li hemberî planên li dijî me têne amadekirin, berdewam bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y5a64bwGG0Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>