​​​​​​​Seed El-Herîrî serdana Moskovê dike

Serokê erkdarkirî yê hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî, îro bi awayekî fermî serdana Moskovê kir. Di serdanê de dê mijarên siyasî, aborî û tenduristî werin nîqaşkirin.

​​​​​​​Seed El-Herîrî serdana Moskovê dike
14 nîsan, 2021   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ku serdana serokê hikumetê yê erkdarkirî dişopînin, tekez kir ku El-Herîrî bi awayekî zêde xwe dispêre rola Rûsyayê, ji ber ku ew dikare roleke esasî bilîze ku alîkariya Lubnanê bike.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Moskov dê destekdayîna ji El-Herîrî re bi rêya pêşwazîkirina wî wek serokê hikumetê, ne wekî yê ku hatiye erkdarkirin, diyar bike.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha serokwezîrê Rûsyayê, dê nîqaş bi “serokê hikumeta Lubnanê” Seed El-Herîrî re bên kirin ku ev cara duyemîn e berpirsên Rûsî bi vê sifetê wî bi nav dikin.

(bx)