Li Reqayê mayînek hate bêbandorkirin

Pisporên mayîn û teqemeniyan, îro mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê li taxa El-Derîyê ya bakurê bajarê  Reqayê, bê bandor kir.

Li Reqayê mayînek hate bêbandorkirin
14 nîsan, 2021   12:20
REQA

Li ser agahiya ku welatiyekî Reqayê dabû Hêzên Ewlekariya Hundirîn, pasporên mayînan bi lez berê xwe dan taxa El-Derîyê û mayîn li dûr welatiyan bê bandor kir.

Hate zanîn ku mayîn di yek ji avahiyên hilweşiyayî de bû ku çeteyên DAIŞ'ê weke navend bikar dianî. Di mayînê de, bi qasî 10 kîlo ji madeya TNT hebû.

Yek ji karmendên tîma pasporên mayînan bang li welatiyan kir ku eger wan tiştên bi guman dîtin, yekser agahî bidin wan.

(dx)

ANHA