Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir

Bi dirûşma “Bi lehengiya şehîd Rûken Zeredeşt em ê dagirkeriyê têk bibin û Çarşema Sor vejînin” Mala Êzidiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya Cejna Çarşema Sor pîrozbahiyek li dar xist.

Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
14 nîsan, 2021   13:12
HELEB

 Pîrozbahî li Qada Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin û bi sedan êzidiyên li Helebê, pêkhateyên taxê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û peykerekî Laleş, hêkên rengîn hate xemilandin û meşale hatin pêxistin.

Hevseroka Mala Êzidiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Gulê Xezal, Çarşema Sor li tevahî gel û êzidiyên li seranserê cîhanê pîroz kir.

Gulê Xezal diyar kir ku ev meh ji bo civaka êzidî meheke pîroz e û di vê mehê de hemû pêkhateyên Xiristiyan, Misliman û Êzidî cejnên xwe pîroz dikin û got: “Ev meh ji bo hemû gelan pîroz e.”

Gulê Xezal berxwedana gel li Şehba û Şengalê li hemberî siyasetên qirkirinê yên dewletên zordest û di serî de dagirkeriya Tirk, silav kir û hêvî kir ku sala 2021`an bibe sala azadiya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî.

Piştre koma zarokan û koma ciwanan ên Mala Êzidiyan hin sirûdên olî li ser Çarşema Sor xwendin. Dûvre Mala Êzidiyan hêkên rengîn ku yek ji rê û resmên girîng ên cejnê ye, pêşkêş kirin.

Her wiha komên hunerî yên girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê, koma Vejîn û Koma Yektiiya Hunermendan bi beşdariya hunermend Ehmed Xanî, stranên şoreşgerî û olî pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(cx)

ANHA