​​​​​​​Şêniyên Tebqa: Bi girtina dergehan jiyana me dikin hedef

Şêniyên bajarê Tebqayê got, hikumeta Şamê bi girtina dergehan jiyana wan dikin hedef û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê re ji bîr dikin.

​​​​​​​Şêniyên Tebqa: Bi girtina dergehan jiyana me dikin hedef
14 nîsan, 2021   04:18
TEBQA

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 20 rojane dergehên bi Rêveberiya Xweser re di demeke ku dewleta Tirk jî ava çemê Firatê qut kiriye, girtiye.

Şêniyên Tebqayê ji ber girtina deriyan nerazîbûna xwe anîn ziman û got girtina dergehan pariyê jiyana wan dike hedef.

Ûsama Hedad ku xwediyê dukaneke bazirganiyê li Tebqayê ye ji ANHA`yê re got, girtina dergehan bi awayekî neynî bandorê li tevgera bazirganiyê li herêmê dike û ji ber wê jî buhayên madeyan bilind bûye û made kêm bûne û vê yekê hişt ku hin bazirgan keysbaziyê bikin.

Hedad diyar kir ku pêkanîna hikumetê ji vê pêngavê re di demeke ku dewleta Tirk hejmareke ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye û wiha domand: "Ji aliyekî hebûna dewleta Tirk li ser xaka me û ji aliyê din ve jî Hikumeta Şamê şêwazên jiyanê li welatiyan teng dike."

Welatiyê bi navê Mihemed El-Sultan jî wiha axivî: "Em derbasî meha Remezanê dibin û li sûkan nirxên madeyan pir bilind bûne."

Mihemed El-Sultan bang li aliyên pêwendîdar kir ku bi lez çareseriyekê der barê girtina dergehan bibînin.

Her wiha welatiya bi navê Fatma El-Elî jî anî ziman ku nexweşiya dil bi wê re heye, girtina dergehan ji aliyê Hikumeta Şamê ve çûna wê ji bo dermankirinê asteng dike.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Mensûr girtina dergehan ji aliyê Hikumeta Şamê ve şermezar kir û tekez kir ku ji ber wê nirxên madeyan bilind bûne bi taybet buhayên dermanan û welatî nikarin bikirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JuC_n6NsUPg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>