‘Dagirkeriya Tirk di 3 salan de 13 zarokên Efrînê qetil kirin’

Yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd a kantona Şehbayê teqez kir ku ji dema ku şêniyên Efrînê koçberî Şehba bûne û heta niha 3 caran komkujî li dijî wan pêk hatine û got: "Di 3 salan de 13 zarok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.”

‘Dagirkeriya Tirk di 3 salan de 13 zarokên Efrînê qetil kirin’
14 nîsan, 2021   02:49
ŞEHBA-LÎNDE ŞÊX

Di 18'ê Adara 20218'an de dewleta Tirk a dagirker herêma Efrînê dagir kir, gelê Efrînê neçar me ku koçberî herêma Şehbayê bibe. Lê piştî koçberiyê jî şêniyên Efrînê ji hovîtiya dewleta Tirk xelas nebûn.

Dewleta Tirk dema ku şêniyên Efrînê koçberî Şehbayê bûn, 3 caran li dijî wan komkujî pêk anî. Ji wan komkujiya Til Rifetê ku tê de 8 zarok û 2 mêr şehîd bûn û hejmareke din a zarokan birîndar bû. Her wiha komkujiya Aqîbê ku tê de bav, dayîk û keça wan şehîd bûn, komkujiya herî dawî jî dîsa li Til Rifetê bû û di encamê de 2 zarok  û jinek şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha di encama mayînên ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê de jî bi dehan zarok, jin û mêr bûn qurbanî.

Têkildarî mijarê, yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd ya kantona Şehbayê Dr. Hesen Nabo diyar kir ku kantona Şehba di 7 salan de ji aliyê gelek komên çeteyan ve hate dagirkirin û binesaziya herêmê wêran bû û wiha domand: "Dema ku şêniyên Efrînê koçberî Şehbayê bûn, gelek zehmetî dîtin. Ji aliyekî ve dorpêça li ser wan hate ferzkirin, ji aliyekî din ve jî topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Şehbayê dewam kir.”

Nabo bi domdarî got: "Mixabin piraniya kesên ku di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê û mayînên çeteyên DAIŞ`ê de li herêmên cuda yên Şehbayê jiyana xwe ji dest dane, zarok bûn."

Nabo hejmara kesên ku di 3 salên borî de hatine qetilkirin û ji aliyê Hevya Sor a Kurd ve hatin belgekirin, eşkere kir û got: "Ji destpêka koçberiyê ve, 32 kes şehîd bûn, ji wan 13 zarokên ku temenê wan ji 7 heta 14 saliyê bûn. Her wiha 43 kes û di nav de zarokên ku temenê wan di navbera 8 heta 19 salî de bûn, birîndar bûn. Her wiha hinek ji wan astengdar bûn.”

Hesen Nabo rêxistinên mirovî yên navneteweyî ji ber bêdengiya wan li hemberî komkujî û sûcên dewleta Tirk a dagriker, rexne kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Tu kesî alîkariya me nekir. Tevî ku em bi hemû derfetên heyî hewl didin bi erka xwe li hemberê gelê xwe rabin, lê dîsa jî ev yek têrê nake. Bi taybetî ji ber ku hin kes hene ku tenduristiya wan ne baş e û hewceyî dermankirinê ne."

Nabo bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku destekê bidin zarokên Efrînê.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4OBa8CfKQJc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>