​​​​​​​Komîteya tendursitiyê ji bo kêmbûna dermanê korona hişyarî da

Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî ji ber pêla sêyemîn a vîrusa Koronayê hişyarî da û diyar kir ku ger Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê destekê nede Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibe ku rewşeke pir xerab rû bide.

​​​​​​​Komîteya tendursitiyê ji bo kêmbûna dermanê korona hişyarî da
14 nîsan, 2021   03:54
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa di civîneke çapemeniyê de ku roja duşemê hate lidarxistin, hişyarî ji ber karesata mirovî ji ber belavbûna vîrusa koronayê da û diyar kir ku dibe vîrus ji bin serweriyê derkeve.

Tevî vê yekê jî, lê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dermanê Koronayê heta niha pêşkêş nekiriye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 11`ê Nîsanê de qedexeya giştî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Qedexeya giştî îro 13`ê Nîsanê dest pê kir.

Li gorî Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî, ne pêkanîna şêniyan ji tedbîrên pêwîst û biryarên Şaneya Aloziyê, sedema sereke ya belavbûna vîrûsê ye.

Sîham Mele Elî ku bi rêya telefonê ji ANHA`yê re axivî û  hişyarî ji ber pêla sêyemîn a vîrusê da û got: "Ev pêla sêyemîn ji yên berê xeternaktir e, ji ber ku zû belav dibe û kesên ji hemû temaman pê dikevin."

Sîham Mele Elî diyar kir ku hejmara pêkhetiyên vîrusê li kantona Hesekê her sê rojan, digihêje nêzî 150 kesî ku temenê wa di navbera 20 heta 30`î de ye.

TEDBÎRÊN PÊWÎST

Komîteya tenduristiyê bi koordînasyona şaredariyan navend û saziyên li bajêr û navçeyên wê dezenfekte dike da ku pêşî li belavbûna vîrusê bigrin.

Sîham Mele Elî destnîşan kir ku komîteyên tenduristiyê şêniyan bi rêya belavkirina birûşûran hişyar dikin.

Sîham Mele Elî bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî kir ku dermanê Koronayê pêşkêşî bide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, da ku karesata mirovî pêk neyê ji ber hejmara pêketî û miriyan li tevahî herêmê zêde bûye.

(bx)

ANHA