Mislimanên Bakur û Rojhilata Sûriyê Remezanê pêşwaz dikin

Di gel berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê û qedexeya giştî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mislimanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meha Remezanê ya pîroz bi tevgereke sivik li sûkan pêşwaz dikin.

Mislimanên Bakur û Rojhilata Sûriyê Remezanê pêşwaz dikin
13 nîsan, 2021   04:16
QAMIŞLO - LÎLAV DÎWANÎ

Mislimanên Bakur û Rojhilata Sûriyê derbasî meha Remezanê dibin, lê ji bo tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê, liv û tevgera xwe li sûkan sivik kirine.‎

Misliman vê mehê wek meha dilovanî, hezkirin, riziq û nêzbûna ji xwedê ve dibînin, her ‎wiha di vê mehê de gelek rêbazên rojane wek nimêja terawîh, xwendina qûrana ‎pîroz û dayîna zekatê pêk

‛ÇI REWŞ QEWIMÎBE, DI VÊ MEHÊ DE KÊFXWEŞÎ HEYE’

Li Qamişlo ji ber rewşa qedexeya giştî ya ji 6'ê Nîsanê ve hatiye ferzkirin, sûk nîv‎girtî ne. girêdayî mijarê, Mêrvet Osman diyar kir ku li gorî derfetên xwe tevahî pêwistiyên xwe peyda kirin ‎û got: ''Ji xwerina bingehîn a ku her sal di vê mehê de dikirim, xurme û ava xûrmeyên hindî ye."‎

‎

Li aliyekî din jî Redsa Xelîl wiha got: "Ji rêûresmên bingehîn ên vê mehê, çêkirina xwarinên xweş e. Ji ber ev meh, meheke pîroz e û ger berê çi rewş qewimîbe jî, meha Remezanê dê kêfxweşiyê bixe dilên me."

Firoşkarê firotina madeyên xwarinê Fadî Xidir wiha got: "Kirîna şêniyan a madeyên xwarinê hinekî baş e. Lê bi hevrûkirina bi salên borî re kêm e. Ji ber bihayên madeyan ne diyar in û her tim bilind dibin. Ew jî ji ber aloziya aborî ye."

Xidir destnîşan kir ku wî pêdiviyên xwe yên meha Remezanê, bi taybet xurme peyda ‎kirin û anî ziman ku di piraniya malan de di meha Remezanê de xurme hene, ji ber divê di dema xwarinê de li gorî ola îslamê her kes bi xurmê fitara xwe veke, li gel wê jî gelek sûdên wê ji laşê mirov re heye û dihêle kesê ku rojî girtiye zêde tî û birçî nebe.

‛ŞEVA QEDRÊ...ŞEVA GUHARTINA QEDERAN E’

Xidir diyar kir ku meha Remezanê ji meha nêzbûna ji xweda û belavkirina dilovaniyê di nava mirovan de ye û tê de Şeva Qedir heye û ew jî şeveke ku ji hezar mehî zêdetir xêr tê de heye.

Şeva Qedrê li gel mislimanan mezintirîn û pîroztirîn şevên salê ye, her wiha ji êvarê ‎heya berbangê dest pê dike û tê gotin ku ev şeva guhartina qederan e.

‛RÊÛRESMÊN OLÎ LI GORÎ TEDBÎRÊN XWEPARASTINÊ PÊK TÊN’

Xidir da zanîn ku ew dê nimêja terawîhan li malên xwe bikin û wiha got: "Dê nimêj û nimêja terawîhan îsal li malan li şûna mizgeftan bê kirin, da ku xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin." ‎

Her wiha Hewas El-Qorî ku li sûkê digere da ku pêdiviyên xwe bikire wiha axivî: "Em hewl didin pêdiviyên xwe li gorî derfetên xwe yên madî pêk bînin û rêûresmên vê mehê temam bikin û em ê li gorî tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê tev bigerin."

 ‏(dm)

ANHA