​​​​​​​Cozêf Lehdo: Dewleta Tirk avê li dijî gelê Sûriyê wekî amûreke zextê bi kar tîne

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo got dewleta Tirk avê wekî amûreke zextê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne. Her wiha destnîşan kir ku her du hikumetên Sûriyê û Iraqê li hemberî van binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng in.

​​​​​​​Cozêf Lehdo: Dewleta Tirk avê li dijî gelê Sûriyê wekî amûreke zextê bi kar tîne
13 nîsan, 2021   02:48
REQA-EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk bikaranîna avê wekî amûreke zextê li dijî gelê Sûriyê didomîne. Ava çemê Firatê li paş bendavan digire û Sûriyê ji para wê ya li gorî lihevkirinên navneteweyî mehrûm dike. Ji ber wê herêm bi karesateke mirovî re rû bi rû maye. Li gel wê aliyên navneteweyî û herêmî tu bertekan ji bo rawestandina van binpêkirinan, nîşan nadin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo got: “Dewleta Tirk avê wekî rêbazeke şer li dijî gelên Sûriyê û Iraqê bi kar tîne. Ev şer ji destpêka aloziya Sûriyê ve tê meşandin. Lê îsal zêdetir tê meşandin. Herikîna ava çemê Firatê bi awayekî mezin tê qutkirin. Heta gihaşt astekê ku hinek bendavên herêmê nema dikarin kehrebeyê derxin. Ev yek jî bi awayekî neyînî bandorê li jiyana gelên herêmê kir.”

Lehdo îşaret pê kir ku "ji girîntirîn qadên ji ber vê yekê zirar dîtiye, qada çandiniyê ye, ji ber ku piraniya gelên herêmê bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara xwe dikin. Ev yek bi awayekî neyînî bandorê li jêdera qûta şêniyan dike. Her wiha ji ber kêmbûna herikîna çemê Firatê masî jî bi tunebûnê re rû bi rû mane û dê zirareke mezin bigihîne daristanên li herêmên hewza Firatê."

Lehdo diyar kir ku dewleta Tirk avê wekî şerekî li dijî jiyan û hebûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û gelê Sûriyê bi taybet bi kar tîne.

Lehod daxuyand ku ji bo parvekirina ava çemên navneteweyî yên ku sînoran derbas dikin, gelek lihevkirinên navneteweyî hene, lê dewleta Tirk wan lihevkirinên di navbera welatên ku ava Firatê tê re derbas dibe, pêk nayîne.

Di dawiyê de Lehdo destnîşan kir ku hikumetên Iraq û Sûriyê li hemberî van binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên wan bêdeng in.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I8-ffuk0JXg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>