ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-04-2021‎

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-04-2021‎
12 nîsan, 2021   23:00

- Şêniyên navçeya Eyn Îsayê diyar kir ku bêdengiya navneteweyî hişt ku dewleta Tirk a dagirker li gundewarên navçeya Eyn Îsayê sînorên çêkirî ava bike û got, armanca dewleta Tirk ew e ku beşên ji xaka Sûriyê qut bike û tev li xaka xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên ku koçberî Til Temirê bûne, got rêxistinên mirovan tenê pankartên der barê xweparastina ji vîrusa Koronayê de dadiliqînin, lê belê ne dermanên paqijiyê ne jî dezenfekteyan pêşkêş dikin. Koçberan piştrast kir ku heke girîngî bidana jiyanê herî kêm dê pêdiviyên tenduristiyê pêşkêş bikirana. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberê Heyva Sor a Kurd da zanîn ku di pêlên yekem û duyem de kêm ciwan bi vîrusa koronayê (Covid-19) diketin û wiha got: “Di pêla sêyemîn de her kes bi koronayê dikeve." (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Roja Çarşema Sor rojeke fadil e. Melikê Fexredîn ji eşq û dil afirandiye, di wê demê de wateya vehesiyê û xewê nizanî. Çarşem rojeke bêhesab e û ev bersiveke ji firîşteyan e, di wê rojê de ji rojhilat heta bi rojava deriyên xêrê tên vekirin. (BI WÊNE)

JIN

- Careke din dewleta Tirk a dagirker bi vekişîna ji peymana Stenbolê, zihniyeta xwe  ya nijadperestî û baviksalarî li dijî jinan eşkere dike. Lê pirsa ku xwe di vir de dide pêş; kijan bend ji bendên qanûna Tirkiyê dê jinan biparêze?(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo got dewleta Tirk avê wekî amûreke zextê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne. Her wiha destnîşan kir ku her du hikumetên Sûriyê û Iraqê li hemberî van binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Di gel berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê û qedexeya giştî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mislimanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meha Remezanê ya pîroz bi tevgereke sivik li sûkan pêşwaz dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Til Temirê Yûnan Yusif projeyeke çandiniyê ya biçûk bi rê ve dibe, cureyên nû ku beriya niha li navçeyê nehatine çandin lê zêde kirin û got: "Bilindbûna nirxên madeyan hişt ku vê projeyê berfireh bike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA