Çarşema Sor…roja vîjîna jiyanê û xwenûkirina xakê ye

Roja Çarşema Sor rojeke fadil e. Melikê Fexredîn ji eşq û dil afirandiye, di wê demê de wateya vehesiyê û xewê nizanî. Çarşem rojeke bêhesab e û ev bersiveke ji firîşteyan e, di wê rojê de ji rojhilat heta bi rojava deriyên xêrê tên vekirin.

Çarşema Sor…roja vîjîna jiyanê û xwenûkirina xakê ye
12 nîsan, 2021   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev ayînên ola êzidî girêdayî Çarşema Sor in. Bi duakirinê û spaskirina xweda û Tawosê Melek temam dibin.

ÇÎROKA AFRANDINA GERDÛNÊ

Di her olekê de bawerî, ayîn û urf û edetên taybet hene, lê navaroka hemûyan yek e ku banga îbadeta yekxweda dikin ku afrînerê vê erdê ye.

Li gorî ola êzidî xwedan jiyan di roja Çarşemê de vejandiye ku roja afirandina mirovan e.

Di encama êriş û komkujiyên domdar ên li ser êzidiyan de, êzidiyan piraniya kelepûra xwe winda kirine, lê agahiyên xwe ji hedîsên olî werdigirin. Di hedîsaa "Aferîna dinyayê" de tê gotin:

Xwedawendê me Înê kir esase

Şemî boyê berê kirase

Çarşem boyê kir xilase

Li gorî salnameya Rojhilat "Kurmancî" Çarşema yekemîn a Nîsanê cejna kurdên êzidî ye ku bi "Çejna Çarşema Sor" an ku Sersala êzidiyan tê naskirin. Cejin dikeve buharî ku tê de gul, çîçek û xecxecok bi hemû cûreyan şîn dibin.

Civaka êzidî îsal cejna "Çarşema Sor" di nav berxwedana li hember siyasetên ku li dijî wan têne kirin de derbas dibe. Piştî ku PDK'ê û hikumeta Iraqê di 9`ê Cotmeha 2020`an de li ser mijarên rêveberî û ewlehiya Şengalê peyman îmze kirine. Ev peyman bêyî ku li civaka Êzidî vegerin pêk hat. Lê êzidî bi îrade û rêvebirina xwe ve girêdayî ne.

Ji zêdetirî 130 rojî êzidiyên Şengalê li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê nobetê digrin û piştevaniya xwe bi hêzên ku ew parastin re nîşan didin, piştî ku pêşmergeyên PDK`ê û artêşa Iraqê ew bi komkujiyên DAIŞ`ê re rûbirû hiştin.

Civaka êzidî dibêje ku tişta çeteyan DAIŞ`ê nikarîbû li Şengalê pêk anîba ji qirkirina çand û ola êzidiyan, aliyên lihevkirinê hewl didin vê yekê bikin ku êzidîyan careke din dikin hedefa ferman û qirkirinan.

SERSALA ÊZIDÎ

Serokê beşa ola êzidî yê fakulteya Zanist a Zanîngeha Rojava Nesîm Şemo got: "Li gorî ola Êzidî; gerdûn tiştek ji tarîtî û mijê ye. Xak tevahî qeşa bû. Xwedan 'Tawûsê Melek' di roja Çarşemê de ber bi erdê ve hate şandin da ku wê ava bike û bi fermana xwedan ku şeklê Tawûsê Melek jiyanê lê bibîne. Cara yekemîn ku Laleş (Heca Êzidîyan) daket ku li herêma Şêxan a Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber hebûna qeşayê xwe li ser dara Hurur danî. Bi qudreta xwedan qeşa bi germahiya rojê heliya û rûyê rast ê erdê derket. Gul û çîçek bi hemû cûre û rengên xwe derket. Ji ber wê jî ev roj bûye roja destpêka buharê û navê Sersala Êzidî lê hate kirin."

Li gorî zanistên olî; heta sala 612`an beriya zayînê,  kurdan ev roj weke cejneke olî tenê pîroz dikirin. Lê piştî ku kurd di weke vê rojê de li dijî mezintirîn împratoriyetan bi ser ket û weke di vê rojê de êriş li dijî împratoriya Medya ya Kurdî hate kirin, ev cejin bû cejneke neteweyî û olî di hema demê de. Şêx Adî Bin Musafir El-Hekarî ku lêvegera ola Êzidî ye û gora wî li Laleşê ye di yek ji gotinên olî de wiha got:

Çarşema serî Nîsanê

Şêx Adî , şêx Şems xweste dîwanê

Xwedê berê xwe dide Êzdîxanê

Ewe cejna Kurdistanê

Bi hatina cejnê re ku li gorî salnameya Rojhilat dikeve Çarşema yekemîn a Nîsanê,  kurdên êzidî amadekariyên Cejna Çarşema Sor (Sersala Êzidî) dikin. Roja şandina mirovahiyê. Destpêkê ji avakirina gerdûn, tiştên ku li ser dijîn ku ev cejin yek ji cejnên pîroz di ola Êzidî de ye.

Her wiha navê "Cejna Mirovahiyê" lê tê kirin. Êzidî dibêjin ku dema xwedan mirovê yekem da ew jî Adem bû û ew jî destpêka avakirinê û jiyanê bû.

Di gotina olî de wiha hate gotin:

Xwedanê min rehmane

Çar qismet li ruyê erdê dane

Yek Av yek ba yek axa û yek jî agir

qalibê Adem jê nijan

Di vê rojê de rêûresmên taybet têne kirin. Êzidî di saetên barbanga sibê de ji xew şiyar dibin, cilên xweşik li xwe dikin, malên xwe bi çîçek, xecxecok û hêkên rengînê dixemilînin.

Di dema ku jin xwarinê amade dikin, ciwan 12 hêkên kelandî boyax dikin. Her 3 hêk bi rengê demsalekê ye û wan li nîva mala datînin. Hêk nîşaneya giloveriya gerdûnê ye. Kelandina wê jî weke cemidandina erdê ye, qaşil an jî qalikê wê jî nîşaneya helandina qeşaya ji ser rûyê erdê ye. Rengkirina hêkê jî weke rengên gul û çîçekên ku bi hatina Tawûsê Melek re vebûn yan jî bi hatine buharê û buhar jî destpêka jiyanê ye.

Di Çarşemê de êzidî serdana gorên miriyên xwe dikin, jin hin hêk, şêranî û meywe bi xwe re dibin û li xwe û kesên xizan belav dikin.

Hin rêûresmên kevin ên vê cejnê hene, ji wan ku erdê nakolin û çandiniyê di vê rojê de nakin. Ji ber tiştên ku têne çandin, gul û çîçek û praniya şînatiyê di vê mehê de dibişkivin. Her wiha zewac tê qedexekirin heta ku ev meh bidawî bibe. Lê gorî hatiye gotin zewac û anîna bûkê beleyan ji xwediyê malê re tîne ku baweriyek heye ku meha Nîsanê bi xwe dawete û navê bûka salê lê hatiye kirin. Nîsan bûka salê ye di ser xwe re bûk nîne.

Her wiha 365 çira li derdora Laleşê têne pêxistin. Ev yek îşartê bi hejmara rojên sala nû, destpêka sala nû, destpêka buharê, nûkirina jiyanê û bidawîkirina Zivistanê, radighîne.

Îsal ji ber belavbûna vîrusa Korona tênê dê rêûresmên olî werin lidarxistin û kombûn dê li gelek herêman dê çênebe.

Li Şengalê bi boneya Çarşemê dê roja 14`ê Nîsanê pîrozbahiyeke navendê li herêma Gilî Kursî bi beşdaerbûna hejmareke hunermend û komên mûzîkê yên were lidarxistin.

ÊZIDÎYÊN ROJAVA Û ÇARŞEM

Li Rojava êzidî li herêma Cizîr, Efrîn û taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hene û bi pêkhateyên din ên herêmê re şahiyên foklorî li dar dixistin û stran û dîlanên foklorî her wiha bernameyên çandî, şanoyên der barê ola Êzidî de dihatin pêşkêşkirin.

Êzidîyên li Rojava hemû rêûresmên cejnê pêk tînin tenê yên ku li Laleş navenda rûhî ya êzidîyan pêk naynin ji ber dûrî herêmên wan e.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku bi xwe re mafên kêmnetewên ku di dema rejîma Baas de hatibûn paşguhkirin anî, li kantonên Rojava Roja Çarşema Sor roja betaneya fermî ji hemû saziyan re ye hate diyarkirin û ev roj tê pîrozkirin û çanda cejnê di civakê de tê nûjenkirin.

Bi destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê re, gundên êzidîyan bi awayekî yekser hatin hedefkirin. Di encama wê de hejmareke ji şêniyan şehîd û birîndar bûn. Ji ber metirsiyên ji komkujiyên li dijî êzidîyan, dûbarekirina dîroka fermanan careke din li Efrînê, êzidîyên Efrînê ji gundên xwe derketin û tevî bi hezaran ji gelê Efrînê berê xwe dan kantona Şehbayê. Çeteyên artêşa Tirk cihên olî weke "Barse Xatûn" ê li gundê Qestel Cindo ku şêniyan berê xwe dida wê da ku hêviyên wan pêk werin, rûxandin. Li ser toreyên tevna civakî dîmenek belav bû û têde hovîtya çeteyan a li dijî êzidîyan û hemû gelê Kurd diyar dibû û çawa gotinên derexlaqî û dermirovî ji wan re digotin.

Çeteyan bi navê Îslamê êzidiyên ji Efrînê neçar kir ku bi darê zorê bibin musliman. Mal û milkên wan bi hinceta ku ji wan re helal e talan kir.

Her wiha çeteyên artêşa Tirk a dagirker peykerê Zerdeşt ê li pêşiya Navenda Komeleya Çanda Êzidî  ku tekane nûnerê civaka Êzidî li Efrînê hilweşandin û navenda komeleyê şewitandin.

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî jî, êzidî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve rastî gelek sûcan hatin. Çeteyan zêdetirî 8 gundên êzidiyan talan kirin û şêniyên wan bi darê zorê dan koçberkirin. Berê li bajarê Serêkaniyê şaxekî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hebû.

Li dijî êzidiyan 74 ferman û qirkirinan hatin kirin ku hebûna wan kirin hedef. Herî dawî di 4`ê Tebaxa 2014`an de bi destê çeteyên DAIŞ`ê jenosîd pêk hat, çeteyan sûcên hov wekî qetilkirin, koçberkirin, tecawizkirin û revandinê li dijî Êzidiyan pêk anîn.

(bx)

ANHA