Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke bazirganiya madeyên hişbir girt

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen ragihand ku di çarçoveya operasyona "Jiyan berpirsyarî ye" de, mezintirîn tora bazirganiya madeyên hişbirê girtiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke bazirganiya madeyên hişbir girt
12 nîsan, 2021   11:12
QAMIŞLO        

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen der barê girtina tora bazirganiya madeyên hişbirê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me di 25`ê Îlona 2020`an de li dijî madeyên hişbir operasyona "Jiyan berpirsyarî ye" ragihandibû. Operasyon ji bo parastina ewlehiya ferdan û civakê û parastina nirxên exlaqî yên civakê, wekî berpirsyareke exlaqî û qanûnî hatibû ragihandin. Di qonaxên yekemîn û duyemîn ên operasyonê de gelek bazirgan û kesên ku propagandaya madeyên hişbirê dikir, hatin girtin.

Hêzên me yên Rêxistina Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî kar kirin û bêyî astengî erkên xwe yên li hemberî civakê pêk anîn. Di encama lêpirsîn û agahiyên li ser rêbazên sereke yên qaçaxkirina madeyên hişbirê de û piştî nêzî 2 mehan ji şopandin û lêpirsînê, hêzên me yek ji xalên sereke ku bi rêya nuqteyên rasthatinê yên bi Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ya girêdayî dagirkeriya Tirk re madeyên hişbirê derbasî herêmê tên kirin, eşkere kirin.

Li ser miqdara made û çekên ku hatine radestkirin, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî û bi desteka Hêzên Taybet (HAT), di berbanga 9`ê Nîsanê de mezintirîn çalakiya qaçaxkirina madeyên hişbirê hate têkibirin ku ji aliyê toreke mezin a bazirganan ve pêk dihat, 5 ji wan li herêmên me kar dikir û ew kes hatin girtin. Di operasyonê de ev made hatine desteserkirin:

196 hezar hebên hişbirê ji cureya captagon

474 lepên heşîşê yên ji cureyên cuda

11 hezar û 250 dolarên sextekirî

Çekên hatine desteserkirin:

26 demançe tevî cebilxaneyên wan

2 çekên sekvaniyê

2 çekên nêçîrê

63 carcorên Drankov

3 carcorên demançeyan û gelek laptop û telefon.

Wek Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn em ji gelê xwe re teqez dikin ku em ê bi dilsozî erkên xwe yên parastina civakê û ferdan ji hemû cureyên sûcan, pêk bînin. Em teqez dikin ku operasyona me "Jiyan berpirsyarî ye" wê heta pêkanîna armancên wê dewam bike. Têkoşîna me ya li dijî madeyên hişbirê, wekî şerê me yê li dijî terorê girîng e, ji ber ku madeyên hişbir jî yek ji çekên terorê ne."

)cx(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rAjG1LWjFf4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>