Wezîrê karên hundir ê Iraqê gihaşt Şengalê

Wezîrê karên hundir ê Iraqê Osman Xanimî tevî şanedeyeke ewlehiyê û leşkerî îro gihaşt qezaya Şengalê ya parêzgeha Nînewa.

Wezîrê karên hundir ê Iraqê gihaşt Şengalê
12 nîsan, 2021   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Wezareta Karên Hindir ya Iraqê, wezîrê karên hundir yê Iraqê Osman Xanimî bi şandeyeke fermandarên artêşa Iraqê re gihiştiye Şengalê.

Tê gotin Osman Xanimî bi fermandarên leşkerî ên Iraqê yên derdora Şengalê re civiyaye. Heya niha ti daxuyaniyek ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê derbarê mijarê de nehatiye dayîn. Nayê zanîn bê ka wê Osman Xanimî bi nûnerên xelkê Şengalê re bicive yan na.

(cx)