Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne

Şaredariya Gel a Reqayê di dema qedexeyê de bermahiyên avahiyên hilweşiyayî radike û hemleya dezenfektekirina kolan û saziyên Rêveberiya Sivîl didomîne.

Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne
Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne
Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne
Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne
Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne
Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne
Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne
12 nîsan, 2021   12:51
REQA

Şaradiya Gel a Reqayê hemleya dezenfektekirinê li 3 qonaxan dabeş kir. Pêngava yekemîn a dezenfektekirinê; Çerxerêya Agirkujiyê, kolana El-Mensûr û heta kolana Seyif El-Dewle bi dirêjahiya 2 km. Pêngava duyemîn; kolana parka El-Reşîd heta çerxerêya El-Neyîm û kolana El-Emasî û pêngava sêyemîn jî dezenfektekirina kolanên derdora stada El-Eswed, kolana parka El-Beyda û heta çerxerêya Emin El-Dewle ye.

Nivîsgeha fenî dest bi rakirina bermahiyan ji kolana sereke kir û rakirina bermahiyan didome.

Hevserokê Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Ebid diyar kir ku ev tedbîr di nava hewldanên şaredariyê de da ku sûdê ji dema qedexeyê bigire, bi taybet rakirina bermahiyên avahiyên hilweşiyayî yên li kolana sereke ku tevgera wê zêde ye û xebatê werşeyên fenî û alavên giran jî asteg dike.

Girêdayî xebatên dezenfektekirinê Ehmed El-Ebid diyar kir ku werşeyên dezenfektekirinê xebatên xwe di dema qedexeyê de didomînin. Her wiha Ehmed El-Ebid bang li şêniyan kir ku li gorî rêgezên ewlehiya giştî tev bigerin da ku herêm bi aramî vê dema zehmet derbas bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3`yê Nîsanê de qedexeya giştî û beşî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber bilindbûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ragihandibû.

(bx)

ANHA