​​​​​​​Li Bakurê Kurdistanê 11 aktivîstên jin hatin girtin

Her ku diçe êriş û zextên hikumeta Tirk li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî li dijî jinan zêdetir dibe. 11 aktivîstên jin ên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

​​​​​​​Li Bakurê Kurdistanê 11 aktivîstên jin hatin girtin
12 nîsan, 2021   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagirker di 5’ê Nîsanê de li dijî rêxistinên jinan pêngavek girtin û binçavkirinên dan destpêkirin. 11 jinên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Ji wan aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg û Rabîa Tekas, piştî ragirtina li emniyetê, roja Yekşemê radestî edliyeyê hatin kirin.

Her sê jin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar ve bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin girtin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê. Bi vî rengî hejmara jinên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin gihîşt 11 kesî.

Kesên hatine girtin wiha ne: Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, Endama Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Meclîsên Jinê ya Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zûgûrlî.

Têkildarî Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî cezayê hepsa li malê hate dayin. Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer jî di nav de 14 jin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

(cx)