Îran: Teqîna li kargeha ûranyûmê ji ber êrişeke terorîst pêk hatiye

Duh li kargeha dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê ya li Îranê, teqînekê rû dabû. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îranê, teqîn di encama êrişeke terorîstî de pêk hatiye.

Îran: Teqîna li kargeha ûranyûmê ji ber êrişeke terorîst pêk hatiye
12 nîsan, 2021   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Derbarê mijarê de Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salehî daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Komara Îslamê ya Îranê, vê êrişa bêkêr şermezar dike û destnîşan dike ku pêwîstî pê heye civaka navneteweyî û Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li ber vê terorîzma dijî nukleerê rabe.”

Di daxuyaniyê de komek an jî dewletek nehate sûcdarkirin û li ser rewşa tesîsa (saziya) ku bû hedef, agahî nehate dayin.

Salehî bal kişand ser hevdîtinên li Viyanayê yên li ser bernameya nukleerê û got; “Ev êriş têkçûna dan û standinên ji bo rakriina pêkanînên giran, radixe pêş çavan.” Salehî diyar kir ku hem dê teknolojiya nukleerê bi rengekî cidî bi pêş ve bibin, hem jî hewldanên xwe yên ji bo rakirina pêkanînên giran dewam bikin.

Berdevkê heman saziyê Behrûz Kemalvendî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li febrîqeya dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê elektrîk hatibû birîn.

(şx)