​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îran gelê Sûriyê bi pereyan bi çek dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa leşkerkirina gelê Sûriyê û dan û standinên Misir û Tirkiyê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îran gelê Sûriyê bi pereyan bi çek dike
12 nîsan, 2021   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LÎWA FATIMIYÛN GELÊ SÛRIYÊ BI PEREYAN BI ÇEK DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Milîsên ku Îranê anîne da ku destekê bidin rejîma Beşar El-Esed, dev ji keysbazkirina gelê Sûriyê ku pêwîstiya wan bi derfetên jiyanê heye û dixwazin ji aloziya aborî derkevin, bernade da ku wan di nava refên xwe de bike leşker û bi pereyan keysbaz dike.

Li gorî raporeke nû ku milîsên Lîwa Fatimiyûn ku ji leşkerên Efgan yên şîe hatiye avakirin, xebatên leşkerkirinê di nava gelê Sûriyê li gundewarên rojhilatê Helebê de zêde kirine û îşaret pê kir ku xebatê xwe berfireh dike û ji parastina rejîmê veguherî xurtkirina hebûna xwe ya olî û civakî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyekê de ku roja yekşemê belav kir, got: "Leşkerkirina ji aliyê Lîwa Fatimiyûn ve bi rêya pereyan e û ev yek di çarçoveya kesybazkirina rewşên mirovî yên li herêmên cuda yên Sûriyê tê kirin."

‘DEWLETA TIRK 2 BERNAMEYÊN KANALA ÎXWANAN SEKINANDIN’

Girêdayî dan û standinên Misir û dewleta Tirk jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Piştî çend saetan ji pêwendiya bi rêya telefonê ya di navbera wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û yê Misirê Samih Şikrî de ku duh hate kirin, 2 pêşkêşên di kanala koma Îxwanan a li Tirkiyê de, ragihand ku ew ji kar hatin dûrxistin û bernameyên wan jî hatine sekinandin."

(bx)