​​​​​​​Gelo çima dan û standin di navbera Misir û Tirkiyê de rawestiya?

Çavdêran got dewleta Tirk diyalogên bi Qahîreyê re we wesîleyeke propogandaya siyasî bi kar anî û destnîşan kir ku ji ber ku dewleta Tirk di gelek mijaran de ne cidî ye, jê Îxwan û vekişandina çeteyan ji Lîbyayê, Misirê diyalog rawestandin.

​​​​​​​Gelo çima dan û standin di navbera Misir û Tirkiyê de rawestiya?
12 nîsan, 2021   07:11
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Beriya niha nûçeyên der barê rawestandina diyalogên di navbera Qahîre û Enqereyê de ketin rojevê. Dewleta Tirk şertê Misirê yên wekî vekişandina çeteyan ji Lîbyayê, radestkirina rayedarên Îxwan El-Muslimîn ku ji aliyê dozgeriya Misirê ve tên xwestin û rawestandina destwerdana dewleta Tirk ji kar û barên Lîbya, Sûriye û Iraqê, bûn sedem ku Misir dan û standinan rawestîne. 

Tevî nûçeyên der barê taloqkirina diyalogan de, lê dewleta Tirk hewl dide Misirê razî bike û li hev werin. Têkildarî vê yekê Wezareta Karên Derve ya Tirkiye diyar kir ku wezîrên karên derve yên Tirkiye û Misirê roja yekşemê bi rêya telefonê axivîn.

Dewleta Tirk di meha derbasbûyî de diyar kiribû ku wê bi Misirê re dest bi peywendiyên dîplomatîk kiriye û dixwaze hevkariyê baş bike. Lê Misirê bersiva vê yekê da û ragihand ku divê gotin pratîze bibe.

Enqereyê ji kanalên Îxwanan ên li Tirkiyê dixebitin, xwest ku rexneyên li dijî Qahîreyê sivik bike. Her wiha dewleta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka keştiya li kanala Suveyşê, destek pêşniyar kir.

Tevî van hewldanên dewleta Tirk, lê lêkolîner û çavdêrên misirî dibêjin ku dewleta Tirk di mijara lihevhatinê de ne cidî ye û tenê propagandayê dike. Têkildarî mijarê, lêkolînerê misirî yên pisporê kar û barên tevgerên îslamî, rêxistinên tundraw  Mûnîr Edîb got: "Dewleta Tirk naxwaze pirsgirêkên siyasî yên di navbera xwe û dewletên cîran de yan jî dewletên aktîf û sereke yên li herêma erebî re careser bike û di nav de Misir. Ji ber ku têkiliyên Enqereyê bi komên tund ên siyasî û rêxistinên tundraw ên li herêmê, heye û destpêkê tevgera Îxwan El-Muslimîn."

ꞌDI NAVBERA DEWLETA TIRK Û KOMÊN RADÎKAL DE TÊKILIYEKE ÎDEOLOJÎK HEYEꞌ

Mûnîr Edîb diyar kir ku têkiliyeke fikrî û îdeolojîk heye, her wiha di navbera van rêxistinan de û xwesteke Enqereyê de heman armanc hene, dibe ku ev girêdan sedema nakokiyên tund ên di navbera Qahîre û Enqereyê de be.

Edîb pêşbîn dike ku rewş wekî xwe bimîne û diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze rayedarên Îxwanan radest bike, nexasim ên ku beşdarî bûyerên tundiyê bûne, ji wan Yehya Mûsa û Ella El-Semahî.

Edîb destnîşan kir ku dewleta Tirk piştgiriya Îxwanan dike û nasnameyan dide rayedarên wan ên ji Misirê reviyane û beşdarî bûyerên tund bûne û wiha domand:"Enqereyê ji berê ve û heta niha piştevanê sereke  yên van rêxistinên tundraw ên li Lîbyayê ye û di encamê de heta vê kêliyê vekişandina çeteyan red dike."

Mûnîr Edîb bilêv kir ku Misirê ev helwestên Enqereyê wekî heqaret dibîne û berdewamiya aloziya berê û wiha domand: "Misirê gihîşt wê baweriyê ku Enqereyê bi derengî tev digere û li ser heman rêbazê xwe yê berê dimeşe. Li aliyekî din jî xwestekên Qahîreyê red dike. Dewleta Tirk ne xwedî îradeyeke rastîn e ku li pêşberî komên tund û tundraw bisekine yan jî nema piştgiriya wan bike."

Edîb eşkere kir ku dewleta Tirk piştgiriya rêxistinên tundraw ên li Misir, Sûriye, Lîbya û Iraqê dike, her wiha dema DAIŞ`ê 29`ê Hezîrana 2014`an dewleta xwe ava kir dewleta Tirk alîkariya wan kir û dema DAIŞ`ê di Adara 2019`an hate hilweşandin, li Afrîkayê li welatekî alternetîf digere. Mûnîr Edîb destnîşan kir ku ev sedem û hin sedemên din, dibe ku bihêlin têkiliyên di navbera Misir û Tirkiye de wekî xwe bimîne û dijminahiya dewleta Tirk a ji Qahîreyê re dewam bike.

Lêkolînerê misirî da zanîn ku başkirina rewşa heyî ne bi gotinan e, lê bi reftaran e û Enqere negihaştiye asta reftarê rastî ku mirov bêje dê têkilî vegerin wekî berê.

‘GELEK SEDEMAN HIŞT KU MISIR DIYALOGAN RAWESTÎNEꞌ

Serokê Navenda Selman Zayid a Lêkolînan Dr. Hişam El-Beqlî diyar kir ku Qahîreyê dan û standinên der barê lihevhatina bi Tirkiyê rawestandiye, ev jî ji ber gelek sedeman e,  ya yekemîn li hemberî vê lihevhatinê Misirê xwedî şert e û dixwaze pêk were û Misirê dît ku dewleta Tirk li hemberî vê yekê ne cidî ye.

El-Beqlî destnîşan kir ku ji bo mijara lihevhatinê, Misir naxwaze bi lezgînî vê mijarê çareser bike, lê ya ku nêzîkbûnê dixwaze Tirkiye ye û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk ev ev mijar di qada çapemeniyê de derxist pêş da ku li hemberî hemberî Yewnanistanê û Qibrisê bikar bîne û vê yekê hişt niyetên ne rast ên dewleta Tirk eşkere bibin. Her wiha dewleta Tirk ji bo dosya çeteyên li Lîbyayê tu gavên cidî neavêtin û ev dosya ji bo aliyê misirî pirr girîng e."

Serokê Navenda Selman Zayid a Lêkolînan piştrast kir ku Misir di rêvebirina karûbarên xwe de û di pêkanîna armancên xwe yên rewa de xwe naspêre tu kesî û wiha nirxandina xwe dewam kir: " Tevî ku dewleta Tirk dosya çeteyan paş dixe, Tunis hat Misirê û peyman di navbera serok El-Sîsî û serok Qeys Seîd de hate îmzekirin, da ku çeteyan ji Lîbyayê derxin û wekî ku Misirê bersiva derengxista dewleta Tirk dide, lê di pratîkê de dûrî propogandaya ku Erdogan dide der. "

ꞌDEWLETA TIRK LIHEVHATIN WEK WESÎLEYA PROPOGANDAYA SIYASÎ BI KAR ANÎꞌ

Gerînendeyê Komxebata Rojhilatê Deryaya Spî Mihemed Hamid diyar kir ku êdî Misir hîs dike ku dewleta Tirk nêzîkbûna dawî ya di navbera xwe û Qahîreyê de ji bo propogandaya siyasî ya ji aloziyên heyî re bi kar tîne, da ku li hemberî Yewnanistanê û Qibrisê bi kar bîne û ji Yekitiya Ewropa re isbat bike ku va têkiliyên xwe yên bi dewletên cîran re baş dike û dixwaze dosya rojhilatê Deryaya Spî aram bibe. 

Mihemed Hamid destnîşan kir ku Qahîreyê dît ku hewldanên dewleta Tirk tenê di çarçoveya lihevhatina li pêşberî ragihadinê ye, lê di pêkanîna tawîzan de û di pêkanîna daxwazên Qahîreyê de ne cidî ye, ji lew re asta nakokiyan zêdetir bû.

(eh)

ANHA