'Henan Şêxo mînak û sembola welatparêziyê bû'

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê sersaxî ji malbata Henan Şêxo re xwest û diyar kir ku kedkarê wan Henan mînak û sembola welatparêziyê bû.

'Henan Şêxo mînak û sembola welatparêziyê bû'
12 nîsan, 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî wefata kesayeta welatparêz Henan Şêxo, peyamek sersaxiyê weşand.

Komîteyê di peyama xwe de got: "Me bi xemgînî û êşeke mezin, agahiya wefata xebatkar, kedkar û welatparêzê hêja Henan Şêxo bihîst. Henan Şêxo ji destpêka ku rêber Apo derbasî Rojava dibe û tevgera azadiyê li Rojava belav dibe, hevrê Henan tevgerê nas dike û heya kêliya dawiyê baweriya xwe bi tevgara azadiyê tîne û hemû malbat di nava kar û xebatên şoreşê de cih digire.

Henan Şêxo ji gundê Ebîdanê yê navçeya Bilbilê ya bajarê Efrînê ye. Di sala 1990’î de pêşî xwişka hevalê Henan hevala Sosin tev li tevgera azadiyê dibe, paşê jî birayê wî hevalê Heqî di sala 1994’an de tev li refên gerîlayên azadiyê dibe. Her du xwişk û bira, her du şervan, her du têkoşer, her du hevrê jî xebatên xwe didomînin û di cih û wextên cuda de şehîd dibin.

Hevalê Henan di sala 1990`î de heta destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi fedakariyeke mezin erka xwe ya welatparêziyê û şoreşê bi coş û hêviya rojên azad bi cîh tîne. Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re di salên destpêkê yên şoreşê de bi heman coş û kelacanê tev li xebatên şoreşê dibe û li Efrînê cihê xwe di nava kar û xebatên damezirandina reveberiya xweser de digire û di Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê de wek hevserok kar dike.

Di Berxwedana Serdemê de jî heta kêliya dawiyê dev ji erka xwe berneda û heta rojên dawiyê di axa pîroz a Efrînê de ma. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ew jî wekî piraniya malbatên Efrînî berê xwe dide herêma Şehbayê û li wir têkoşîna xwe berdewam kir.

Ew li Şehbayê bi hêviya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran dijî û heta dawiyê li ser karê xwe bû.

Di 11’ê Nîsana 2021’an de me bi xemgînî û dilêşî agahiya wefata hevalê Henan ya ji ber nexweşiya koronayê bihîst. Em soz didin hevalê Henan û hemû şehîdên şoreşê, em ê rê û doza wan berdewam bikin.

Em wek Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Em bi tekoşîna hevrê Henan, sekna wî a welatparêz û kesayetiya wî ya têkoşer serbilind in."

(cx)