Nadine Maenza: Divê DYA'yê îtirafê bi Rêveberiya Xweser bike

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê bang li hikumeta Amerîkayê kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û diyar kir ku ev  yek ji bo her du aliyan guncaw e û gaveke baş ber bi çareseriya Sûriyê ve ye.

Nadine Maenza: Divê DYA'yê îtirafê bi Rêveberiya Xweser bike
12 nîsan, 2021   02:57
​​​​​​​ NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Beriya çend rojan Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku rêzehevdîtinên bi rayedarên Rêveberiya Xweser, QSD`ê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li herêmê re berdewam bike.

Nadine Maenza têkildarî encamên rapora Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku piştî hevdîtina xwe ya yekemîn radestî hikumeta Amerîkayê kiribû û pêşeroja têkiliyên her du aliyan, bersiva pirsên ANHA'yê dan.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê der barê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek civîn û hevdîtin bi hikumeta Amerîkayê re li dar xist û rapor hatin rakirin, gelo encamên wan hevdîtinan çi bûn?

Dema min di Mijdara 2019`an de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ez ji mercên azadiya olî wekî wekheviya di navbera her du zayendan de û projeya Rêveberiya Xweser matmayî mam. Em vegeriyan Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê û di Nîsana par de me pêşniyar pêşkêş kirin. Di nav de banga Amerîkayê ji bo dewleta Tirk hebû ku ji ji ber êriş û dagirkirina herêmê wê ya li herêmê, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe.

Li ser vê yekê me pêşniyar pêşkêşî DYA`yê kir ku îtîrafeke siyasî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî hikumeteke rewa û herêmî bike û rêxistina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bike. Di heman demê de me pêşniyar kir ku cezayên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rake ji ber ku herêmê bi rêve dibe. Her wiha rêveberiyê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254`an tev li hemû nîqaş û  çareseriyên siyasî yên li Cinêvê bike. Bê guman destekdayîneke zêde heye, li Washingtonê me bersiveke xweş wergirtin. Gelek kes jî tev li van pêşniyaran bûn. Gelek endamên Kongresa Amerîkayê dît ku ev rêbaze ji bo pêşxistina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêja ye ku îtîrafa siyasî pê were kirin, hêjaye ku hikumeteke wan hebe û ji aliyê navneteweyî îtîraf pê hebe.

Ev pêşniyar di rastiyê de encamên dan û standina bi şêniyên li vir re ye, ew ji me re dibêjin ku ev pêşniyar ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê baştirîn çareserî ye, me jî ev pêşniyar pêşkêş kirin ji ber ku ev pêşniyar hemû ji bo DYA û hem ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş û bi sûd in.

Gelo pêşeroja têkiliyên di navbera hikumeta Amerîkayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çi ye?

Ji pêşniyarên sereke yên ku Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê pêşkêş kiriye, ew bû ku hikumeta DAY`yê têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berfireh bike. Beriya niha hikumeta DAY`yê dema ku serdana herêmê dikir Rêveberiya Xweser paşguh dikir û xebata wê tenê bi QSD`ê û rêxistinên din re bû.

Lê  niha em dibînin ku rêveberiya nû têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh dike û rasterast pê re kar dike, ji xwe ev bû ya ku me hêvî dikir; têkiliyên xurt û belgekirî.

Gelo piştî hatina rêveberiya nû, em ê ji aliyê Amerîkayê ve îtîrafeke siyasî ya bi Rêveberiya Xweser bibînin. Piştgiriya bê kirin wê bi çi rengî be?

Destpêkê dema ku hevdîtin di navbera endamên Kongresê û Rêveberiya Amerîkayê de li ser rewşa li vir pêk dihatin, tu nêrînên wan der barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune bûn, heta nêrîna wan a  der barê azadiya olî ya ku li vir bi awayekî baştirîn dihat jiyîn, tune bû. Lê piştre êdî tevahî ev proje nas kirin ku veguherî tiştekî ne ji rêzê.

Sala borî bi taybet gelek piştgirî ji projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hat dayîn.

Ji bo min, ez bawer im her kesên li "Capitol Hill" hikumeta li vir nas dike, ji ber ku kesên di Rêveberiya Amerîkayê de dibe ku westiyayî bin, ji ber vê yekê gelek pêşketin çêbûn. Di heman demê de rêxistinên civaka sivîl ên di qada Azadiya Olî û wekheviya di navbera her du zayendan de û mafên mirovan de kar dikin, bê guman ji bo aramiya li Sûriyê û parastina vê projeyê ku parastina kêmnetewên olî yên li herêmê dike, li ser dinivîsin, bi bîr dixe û girîngiya projeya li vir nas dike, ev jî xaleke zor e, herêmek ji bo hemû etnîk û baweriyan e, lê dikarin baweriya xwe bi ewlehî pêk bînin. 

Çima Rêveberiya Xweser wekî modeleke çareseriya aloziya Sûriyê nayê pejirandin?

Der barê çareseriya siyasî ya ji bo Sûriyê, DAY`yê piştgiriya Îtîlafa Sûrî ya opozisyona Sûriyê ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire, dike. Ew ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cudatir e. Her wiha biryara NY`yî ya 2245`an îşaretê bi çareseriya siyasî ya ji hemû Sûriyê re dike.

Çîn, Rûsya, Tirkiye û Îranê ku nêrînên me bingeh nagire, der barê çareseriya siyasî xwedî gotin in û azadiya li ser sînorê xwe naxwazin. Di rastiyê de ew azadiyê wekî gefekê ji bo xwe dibînin. Her wiha ji vê projeya li Rojhilatê Navîn û projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser bingeha azadî, wekheviya di navbera her du zayendan tîne, azadiya olî, nêrînan dibêje û banga wê dike, bi fikar e. Ji vir girîgiya piştevaniya DAY`yê ya bi wan re derdikeve.

Çima Amerîka îtîrafeke siyasî bi Rêveberiya Xweser nake, her wiha hikumetên navneteweyî li ser îtîrafa bi vê yekê hişyar nake û wê wekî çareseriya aloziya Sûriyê napejirîne?

Destpêkê li DAY`yê nêrînek hebû ku Rêveberiya Xweser hikumeteke demkî ye, lê dema QSD`ê herêm ji DAIŞ`ê rizgar kir, şêniyên herêmê ev hikumet ava kir û veguherî Rêveberiya Xweser. Wê demê Wezareta Karên Derve rewş dişopand û di wê baweriyê de bû ku ev yek dê demkî be, vê yekê hişt ku proje bi awayekî xwezayî pêş bikeve û tu kes destwerdana hin aliyan neke. Di dawiyê de ev sedem e ya ku hevpeymana civakî xweşik dike ji ber ku li gorî hemû  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Li hin aliyan projeyê sûd ji destnewerdanê kir, lê piştî vê yekê bû projeyeke awarte û siyaseta DAY`yê ne li gorî rastiya projeyê bû. Ez bawer im ku siyaseta Amerîkayê ya taybet bi Sûriyê ji aliyê gelek rêveberiyan ve nehatiye guhartin, parastina heman siyasetê kir, ji lew re dem hatiye ku ji nû ve îtîraf bi rewş û hikumeta vir were kirin û îtîraf pê were kirin  ku dema Rêveberiya Xweser xurt be dê sûdê bigihîne DAY`yê.

Wekî rewş an jî dewleteke di pêşeroja Sûriyê de, min hewl da ez ji xelkê re isbat bikin ku ev proje ne projeyeke parçekirin an jî serbixwe ye, lê belê hikumeteke herêmî û pêşerojî ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye, heta ji me nayê xwestin  ku em bendewarên çareseriyeke siyasî bin, lê divê em îro piştgiriya vê projeyê bikin, ji ber ku her kes bendewarên çareseriya siyasî ye, ku ji bo azadiyê parastina vê deverê bike û jiyîna olî ji bo her kesî sûdeke.

Gelo têkiliyên Amerîkayê-Tirkiyê bandorê li Amerîkayê dike ku di aliyê siyasî de piştgiriya Rêveberiya Xweser neke?

Kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo me hemiyan cihê mixabiniyê bû, rast e ku li Washingtonê xwedî komên zextê yên xurt e, ji ber ku endama NATO`yê ye û civaka navneteweyî maf dayê ku bêyî şert pêş ve biçe. Rêveberiya dawîn bandor li kiryarên wê kir. Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê jî behsa wê kir, ji ber ku rêbazê ku komîteyê li gorî wê kar dike wekî saziyeke serbixwe behsa rastiyan dike û têkiliyên bi dewletên din re di ber çav re nagire. Ji ber vê yekê me karî bibêjin ku dewleta Tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike û li dijî kêmneteweyên olî, etnîkî, Kurd û jinan hovîtrîn sûcên wekî qetilkirin, revandin, ferzkirina bacan, talankirina şûnwaran û veguhestina welatiyan, pêk tîne. Gelek aliyan ev kiryarên hovane belge kir, lê gelek kesên li DAY`yê û li cîhanê rastiya vê hovîtiyê nas nakin. Ev sûc li deverên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî  ku beriya niha azadiya olî lê hebû pêk hatin. Li Washingotinê gelek guhartin çêbû û dewelta Tirk ji cihê biryarê nema wekî beriya du salan piştgiriyê digire. Ez bawer im ku rewş hêdî hêdî tê guhartin heta li hûndirê Tirkiyê bi xwe rewş tê guhartin. Helbet wê ev guhertin bandorê li dan û standina hikumeta Amerîkayê ya bi vê herêmê re bike.

(eh)

ANHA