Çapemeniya Îsraîlê: Teqîna li Natnaz bi mayîneke li hûndirê avahiyê pêk hat

Kanala Îsraîlê ya 13`an ragihand: "Teqîna li avahiya Natnaz a Îranê ji ber êrişa Îsraîlê ya bi madeyên teqemiya, ne ku ji ber sîber bû."

Çapemeniya Îsraîlê: Teqîna li Natnaz bi mayîneke li hûndirê avahiyê pêk hat
11 nîsan, 2021   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Teqîn ji ber mayîneke ku li avahiya Îranê hatibû çandin rû da.

Ev yek piştî ragihandina raporên ewlehiyê yên Îsraîlê de pêk hat. Di raporan de hat ragihandin ku zirarên mezin gihaştiye çêkirina Îranê ya ji uranyum a li Nantnaz. Her wiha hate diyarkirin ku desthilata wir asta zirarê vedişêrin.

Beriya niha radyoya Îsraîlê roja yekşemê ragihandibû ku li gorî çavkaniyên istixbaratê ku bi nav nekiribû, Mowasd êrişeke sîber pêk anî û avahiya Îranê kir armanc.

(eh)