Hemîd El-Ebid: Tirkiyê dest bi avakirina sînor di xaka Sûriyê de kir

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid got, dewleta Tirk a dagirker sûdê ji bêdengiya civaka navneteweyî digire û di kûrahiya 32 km di hundirê Sûriyê de sînoran ava dike.

Hemîd El-Ebid: Tirkiyê dest bi avakirina sînor di xaka Sûriyê de kir
Hemîd El-Ebid: Tirkiyê dest bi avakirina sînor di xaka Sûriyê de kir
Hemîd El-Ebid: Tirkiyê dest bi avakirina sînor di xaka Sûriyê de kir
Hemîd El-Ebid: Tirkiyê dest bi avakirina sînor di xaka Sûriyê de kir
Hemîd El-Ebid: Tirkiyê dest bi avakirina sînor di xaka Sûriyê de kir
12 nîsan, 2021   01:49
EYN ÎSA

Têkildarî sewqiyetên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên giran û radarên pêşketî, kolandina xendeqan, danîne satiran bi dirêjehiya 15 km li beramberî rêya M4 ya li derdora Eyn Îsayê, Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya Hemdan El-Ebid ji ANHA'yê re axivî.

/kr/uploads/files/2021/04/11/195452_2021-4-11-hemid-elebid-1.webp

El-Ebid got: "Hewldan hene ku herêmên dagirkirî yên bakurê rêya M4 ji başûrê wê were îzolekirin. Nîşaneyên vê yekê di avakirina 5 baregehên leşkerî li Eyn Îsayê de diyar dibe ku dagirker hewl didin pê ve girê dide."

Dewleta Tirk a dagirker di Mijdara sala borî de 5 baregehên leşkerî li derdora bajarokê Eyn Îsayê li beramberî gundên (Xalidiyê, Mielek, Hoşan, Mişêrfê û Seyda) li ser rêya M4 a ku diçe kantona Kobanê ava kirin. Di encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şênî ji gundên xwe koçber bûn.

Hemîd El-Ebid diyar kir ku lêkirina sînorên çêkirî di xaka Sûriyê de di çarçoveya planên berfirehkirin û rewakirina herêmên dagirkirî de pêk tên. Her wiha destnîşan kir ku ev sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li Sûriyê di nava bêdengiyeke navneteweyî de, di serî de DYA û Rûsyaya garantor de têne kirin.

Ji 5 mehan ve, dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna bi sedan çeteyan êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin, da ku gundên bakurê rêya M4 dagir bikin. Li hemberî van êrişan berxwedana gel li gel QSD'ê tê raberkirin ku nahêlin dagirkeriya Tirk van gundan kontrol bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê niştecihên 6 gundên li ser rêya M4 koçber kirin, ji ber êrişên wan ên hovane 6 gund hatin wêrankirin, 11 sivîlan di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest da.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o4g0MeAgHyI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>