ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2021
11 nîsan, 2021   23:00

-Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa tenduristiyê li gel belavbûna vîrusa koronayê, kongreyeke çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelekê bi navê "Hilbijartinên serokatiyê û bandorên wê" li hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqûsdê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid got, dewleta Tirk a dagirker sûdê ji bêdengiya civaka navneteweyî digire û di kûrahiya 32 km di hundirê Sûriyê de sînoran ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD'ê Baz Cindirês destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bighêje rêyên ҫalak ên li derdora navҫeya Eyn û got: " Berxwedana me rê li ber dagirkirina rêyên aktîv digire." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê di bernameya ezmûnên dawiya salê ya refên 9 û 12`an de gelek xalên girîng ji bo xwendekaran ragihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piraniya hêzên ku Sûriyê kontrol dikin deriyên sînor ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin her wiha ev derî wekî amûrekê pêkanîna zext, şantajkirin  û ferzkirina dorpêçê bi kar tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya li Amerîkayê bang li hikumeta Amerîkayê kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û diyar kir ku ev  yek ji bo her du aliyan guncaw e û ji bo çareseriya Sûriyê gaveke baş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Esed Menan teqez kir hêzên navneteweyî û herêmî yên hegemon naxwazin pirsgirêk werin çareserkirin û got: "Heger di hewldanên xwe yên çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê de cidî bin, bila tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Êzidiyên navçeya Dirbêsiyê peymana Hewlêr- Bexda ya derbarê Şengalê de şermezar kir û got: "Ev peyman ji bo dûbarekirina fermana sala 2014'an e, di heman demê de kaxezeke zextê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Li gorî pirsporan, Tirkiyê danûstandinên bi Qahîrayê re wekî amûrekî propogendaya siyasetên xwe bi kar tîne da ku ji derdorê re bide nîşandan ku têkiliyên wê bi dewletên derdorê re baş dibin. Her wiha teqez kirin ku Misir danû standin rawestandin ji ber ku Tirkiyê di gelek mijaran de, di nav de mijara Îxwan El-Muslimîn û vekişandina çeteyan ji Lîbyayê ne cidî ye. (BI WÊNE).

ANHA