Desteya Perwerdeyê bernameya ezmûnên refên 9 û 12 amade kir

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê di bernameya ezmûnên dawiya salê ya refên 9 û 12`an de gelek xalên girîng ji bo xwendekaran ragihandin.

Desteya Perwerdeyê bernameya ezmûnên refên 9 û 12 amade kir
12 nîsan, 2021   07:11
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê di sala xwendinê ya 2020-2021`an de materyalên refa 12 bi her du beşên wê yên zanistî û wêjeyî guhartin û ji bo her pêkhateyekê bi zimanê dayikê amade kirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rohat Xelîl têkildarî amadekariya ezmûnên dawî yên refên 9 û 12 da zanîn ku wan alîkariya xwendekarên refa 12`an dikin û ji bo wan perwerdeyên ji derveyî dibistanê vekirin da ku saetên xwendinê zêde bibin.

/kr/uploads/files/2021/04/12/071300_dsc_0220.webp

Rohat Xelîl diyar kir ku Desteya Perwerdeyê cara yekemîn e ku li herêma Cizîrê ezmûnên refên 9 û 12 bi şêwazên pirsên wekhev amade dike û wiha got: “Ji bo ku xwendevanên ku tev li ezmûnan bibin astengiyan nekişînin, me ji bo wan dibistanên guncaw diyar kirine. Li gorî vê yekê me navendên ezmûnan li Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê û Dirbêsiyê amade kirine. Her wiha ji bo xwendevanên navçeya Zirganê jî ji bo ku di çûna cihên ezmûnan de astengiyan nekişînin û di dema xwe de bigihêjin cihê ezmûnan, dê erebe werin eyarkirin."

Bernameya ezmûnan wiha ye:

Ji bo refa 9`emîn dê ezmûn di 7`ê Hezîranê de dest pê bikin û di 24`ê Hezîranê de bi dawî bibin.

Ji bo refa 12’an a beşa zanistî dê ezmûn di 6`ê Hezîranê dest pê bikin û di 27`ê Hezîranê de jî bi dawî bibin.

Ji bo refa 12’an a beşa wêjeyî jî dê ezmûn di 6`ê Hezîranê de dest pê bikin û di 23`yê Hezîranê de bi dawî bibin.  

PANDEMIYA KORONAYÊ Û REWŞA EZMÛNAN 

Rohatê destnîşan kir ku tevî belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) li herêmê jî desteyê hewl da babetên xwe bi dawî bikin û ji niha ve jî dest bi amadekariya ezmûnan kirine. Her wiha Rohatê da zanîn ku wan ji bo parastina şagirt û xwendekaran tedbîr girtin û li ser her dibistanekê ji nava mamosteyan berpirsên tenduristiyê erkdar kirin, her wiha destnîşan kir ku ew ê di dema ezmûnan de jî tedbîrên cidî bigirin.

Rohat Xelîl der barê pirsa xwendina li serveyî dibistanan anku xwendevanên ku li cem xwe dixwînin û tenê di dawiya salê de diçin ezmûnan dikin de jî wiha got: “Li ser vê mijarê hîna nîqaş têne kirin, dibe ku di sala bê de biryara vê yekê were dayîn."

Girêdayî pileyan jî Rohatê diyar kir ku sîstema wan li ser nirxandina xwendekaran di dirêjahiya salê de ye û wiha dewam kir: "Ji bo refa 9`an me 50 pile li gorî asata xwendevan di dibistanê de tê esasgirtin û 50 pileyên din jî li gorî ezmûna dawiya salê tê esasgirtin. Li gorî vê yekê her roj hemû xwendekar di refên xwe de di nirxandinê re derbas dibin û her du mehan carekê jî pileyên xwendekaran tên tesbîtkirin."

Ji bo pileyên refa 12’an ezmûna dawiya salê tê esasgirtin. Lê beriya wê hin şert û merc hene.  Heta ku mamoste xwendekar hilnebijêre ew xwendekar nikare derbasî ezmûna dawiya salê bibe. Şertê bijartinê jî ev in: tevlêbûna xwendekaran ji waneyan re, reftarên wan û pêkanîna karê malê (çêkirina spartekan) ye.

‘EZMÛN DÊ LI SER ESASÊ NIRXANDINEKE ADIL BIN`

Endamê Navenda Ezmûnan Nûredîn Mihemed jî diyar kir ku ezmûnên wan ji bo nirxandineke adil e û wiha got: "Me ji bo xwendekaran di ezmûna werza yekem de nimûneyên pirsan da xwendevanan da ku bizanin bê ka pirs dê çawa werin amadekirin. Her wiha me di navenda ezmûnan de 3 komîte ava kirine; a yekê banka pirsan e, ev komîte hemû nimûneyên pirsan ji herêman werdigire û di dawiyê de nimûneyeke guncaw hildibijêre, a duyem ji bo diyarkirina navendên ezmûnan li bajarên navborî hatibû diyarkirin û ya sêyem jî ji bo amadekirina bawernameyan e."

/kr/uploads/files/2021/04/12/071314_dsc_0005.webp

Mihemed da xuyakirin ku dê ji bo her babetekê ji 5 heya 10 nimûneyên pirsan radestî banka pirsan bê kirin û wiha got: "Beriya ku em li ser pirsan nîqaş bikin em têkildarî zehmetiyên ku xwendevan di babetan de dikişînin, civiyan da ku li gorî asta xwedevanan pirsan amade bikin."

Mihemed di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hejmara xwendekarên refa 12’an li herêma Cizîrê digihêje 3 hezar û 172 xwendekaran û hejmara xwendekarên refa 9’an jî digihêje 3 hezar û 66 xwendekaran.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vOphGuS1zC8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>