Çeteyên El-Hemzat 4 sivîlên ji gundê Basûtê yê Şêrawa revandin

Çavkaniyekî ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihand ku çeteyên navê "Erkên Taybet" li xwe dikin ên girêdayî Furqeya El-Hemzat, cara duyemîn 4 sivîlên gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa revandin.

Çeteyên El-Hemzat 4 sivîlên ji gundê Basûtê yê Şêrawa revandin
11 nîsan, 2021   09:57
ŞEHBA

Li gorî çavkanî, çeteyan bi serkêşiya serçete Ebdu Osman, sivîlên bi navên Betal Fethî (42), Hisên Omer Elûş (22), Şêro Mihemed Xelîl (23) û Xelîl Mihemed Elî (21) bi hincetên bêbingeh revandin.

Li gorî heman çavkanî, kesên hatine revandin, birine girtîgeha çeteyan a li gundê Ebdelo yê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Hêjayî gotinê ye ku heman kes berê jî ji aliyê wê koma çeteyan ve hatibûn revandin.

Çavkanî her wiha destnîşan kir ku çeteyên Koma El-Hemzat a girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Basûtê ji 8`ê Nîsanê ve hemleyeke revandinê ya berfireh daye destpêkirin.

Li kantona Efrînê ya dagirkirî bi awayekî domdar bûyerên kuştin, revandin û xwestina fidyeyê, her wiha dizî, talan, şewitandina darên zeytûnan û rûxandina cihên dîrokî, li gel bêdengiya civakan navneteweyî pêk tên.

(cx)

ANHA