Li Idlibê şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyan berdewam e

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev ên li Idlibê topbaran kirin. Hêzên hikumetê her wiha gundewarên Idlib û Hemayê bi moşekan kirin armanc.

Li Idlibê şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyan berdewam e
11 nîsan, 2021   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hev ên li eniyên Kefer Nûran, Kefer Eme û Mêz Naz ên li gundewarên rojavayê Helebê, bi çekên giran û navîn kirin hedef.

Li eniyên şer ên li Çiyayê Zawiyê topbarana bi moşekan di navbera her du aliyan de pêk hat. Her wiha hêzên hikumeta Şamê deverên Fetîra, Bare û Filêfil ên deşta El-Xab a bakurê Hemayê bombebaran kirin.

(cx)