Jinên Tirbespiyê: Me ji kesayeta dayika Ûweyş berxwedan nas kir

Jinên navçeya Tirbespiyê dayika Ûwyeş di salvegera 28`emîn a wefata wê de bi bîr anî û diyar kir ku dayika Ûwyeş îsbat kir ku azadî ji zarokatiyê de dest pê dike.

Jinên Tirbespiyê: Me ji kesayeta dayika Ûweyş berxwedan nas kir
11 nîsan, 2021   09:43
QAMIŞLO

11`ê Nîsanê salvegera 28`emîn a wefata dayika rêber Abdullah Ocalan, dayîka Ûweyş e ku li bajarê Edene yê Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabû.

Bi vê boneyê, jinên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê daxuyaniyek da û dayîka Ûweyş û hemû dayikên aştiyê bi bîr anîn.

Daxuyanî li pêşiya Kongreya Star a navçeyê ji aliyê endama Kongreya Star Îman Mehmûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wek Kongreya Star em dayîka Ûweyş û hemû dayikên aştiyê bi bîr tînin, ji ber ku wan rêber anîn dinê û bi saya wan jin û gelên herêmê ji zîhniyeta baviksalar û desthilatdar rizgar bûn. Jinan di kesayeta dayika Ûweyş de gelek taybetî û rêbazên berxwedanê nas kirin.

Dayika Ûweyş bi xwedîkirina baş a rêber Ocalan îsbat kir ku azadî ji zarokatiyê de dest pê dike. Hemû destkeftiyên giranbiha yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û yên jinan bi taybet bi dest xistine, berhema keda mezin a rêber Ocalan in. Azadiya civakê ji azadiya jinan û pêşengiya wan di civakê de, dest pê dike."

(cx)

ANHA
​​​​<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yVFqlifjEvc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>