Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 298 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 298 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19)ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 298 kesên din bi koronayê ketin
11 nîsan, 2021   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 298 rewşên din ên koronayê hatine tespîtkirin, ew jî 166 mêr û 132 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 42
Qamişlo: 88
Dêrik: 37
Dirbêsiyê: 6
Rimêlan: 1
Tebqa: 40
Reqa: 50
Kobanê: 25
Minbic: 5
Şehba: 4

Her wiha Ciwan Mistefa got 5 kesên din jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 12 hezar û 236 kes bi Koronayê ketine, ji wan 422 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 365 kes baş bûne.

(cx)