Wezîrê parastinê yê DYA`yê li Îsraîlê ye

​​​​​​​Îro wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi serdaneke fermî li Îsraîlê ye. Ev serdana yekemîn ya rayedarekî payebilind di dema rêveberiya serok Jeo Biden de ji bo Tel Evîvê ye.

Wezîrê parastinê yê DYA`yê li Îsraîlê ye
11 nîsan, 2021   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameyeke Îsraîlê, Lloyd Austin dê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê parastinê Benny Gantz û Gabi Ashkenazi re bicive.

Li gorî rojnameyê di dan û standinan de dê gelek dosya û di nav de bernameya nukleerî ya Îranê, çalakiyên Tehranê yên li Rojhilata Navîn û mijarên din ên girîng ji bo her du welatan bên nîqaşkirin.

(cx)