Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên DAIŞ`ê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê îro di saetên sibê de herêmên çolistana Sûriyê ku çeteyên DAIŞ`ê lê belav bi cih bûne, bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên DAIŞ`ê bombebaran kirin
11 nîsan, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê, di saetên sibê de çolistana El-Suxne ya gundewarên rojhilatê Humisê bombebaran kir, sînorê di navbera Humis û Dêrazorê de, her wiha herêmên din ên sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê jî bombebaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku bombebaran li dijî şikeftên ku çeteyên DAIŞ`ê xwe tê de bi cih kiriye, hate kirin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên çeteyan hene û şikeft jî hatine rûxandin.

(bx)