Li Şedadê gaz li şêniyan tê belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Şedadê madeya gazê li şêniyên navçeyê belav kir. Belavbûn bi rêya komînan hate kirin.

Li Şedadê gaz li şêniyan tê belavkirin
Li Şedadê gaz li şêniyan tê belavkirin
Li Şedadê gaz li şêniyan tê belavkirin
Li Şedadê gaz li şêniyan tê belavkirin
11 nîsan, 2021   08:35
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Komîteya Sotmeniyê bi koordînasyona komînan madeya gazê li şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê belav kir. Belavkirina gazê li gorî kartên belavkirina madeya mazotê hate kirin. Her kertek 20 lître gaz jê re tê dayîn. Belavkirin hîn jî didome.

Endamê komîna gundê El-Becdilî Abdulxeyrî ji ANHA`yê re wiha got: "Em bi hêvî ne ku belavkirina gazê her dem bi awayekî sîstematîk were kirin, ji ber ku pêwîstiya şêniyan dabîn dike."

Abdulxeyrî destnîşan kir ku miqdarê ku hatiye belavkirin her malbatek dikare mehekê debara xwe pê bike û xwest ku miqdar were zêdekirin û her malbatek bi awayekî sîstematîk 30 lître gazê wergire.

Her wiha cîgirê Hevserokatiya Meclisa navçeya Şedadê Hesen El-Hiweyic diyar kir ku komîteyên sotemeniyê madeyê bi rêya komînan belav dikin û di bin çavdêriya meclisa navçeyê de tê kirin ji ber vîrusa koronayê bi awayekî zêde belav bûye û da ku kombûn li ser stasyonan çênebe.

Hesen El-Hiweyic destnîşan kir ku dema gaz tê belavkirin hemû malbat dikarin bi rêya komînan bigirin, berovajî stasyonên sotemeniyê û tekez kir ku ew bi koordînasyona gerîndetiya giştî ya sotemeniyê dixebitin da ku gazê bi awayekî sîstematîk ji şêniyan re peyda bikin.

Li gorî berpirsên komîteya sotemeniyê ku belavkirina madeya gazê dê dewam bike heta ku hemû malbatên navçeya Şedadê û gundewarên wê para xwe bigirin.

(bx)

ANHA