Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 endamên xwe ku di dema pêkanîna erkên xwe şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin
10 nîsan, 2021   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Dêrazorê, îro bi daxuyaniyekê nasnameyên her du şehîdên xwe Osman û Yûsif, eşkere kirin. 

Di daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û piştrast kir ku ew ê şopdarên wan bin û nirxên edaletê û pêkanîna ewlehiyê, di çarçoveya parastina rewa de biparêzin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

/ar/uploads/files/2021/04/10/072338_photo_2021-04-10_09-25-10.webp

Nav û paşnav: Osman El-Temê
Navê bav: Xalid
Navê dayikê: Sûmeye
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Dêrazor, 1995
Cih û dîroka tevlêbûnê: El-Bisêra, 15-10-2020
Cih û dîroka şehadetê: Rêya El-Xurafî, 05-04-2021

/ar/uploads/files/2021/04/10/072358_photo_2021-04-10_09-25-17.webp

Nav û paşnav: Yûsif El-Xelef
Navê bav: Elî
Navê dayikê: Wedha
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor, Eyaş, 1986
Cih û dîroka tevlêbûnê: El-Kesra, 05-09-2020
Cih û dîroka şehadetê: Rêya El-Xurafî, 05-04-2021

(dx)