Artêşa dagirker gundên navçeya Şêrawa topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê û derdora gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê  topbaran dikin.

Artêşa dagirker gundên navçeya Şêrawa topbaran dike
8 nîsan, 2021   08:47
EFRÎN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê û derdora gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya katona Efrînê ya dagirkirî, topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, li asîmanê herêmê tevgera balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk heye.

Topbaranê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/saODHkfUnVo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>