Gundên Zirganê di navbera topbarana Tirkiyê û talankirina Hêzên hikumeta Şamê de ye

Şêniyên gundê Ereb Xan ê girêdayî navçeya Zirganê yê li eniya şer a bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, got bi derbasbûna hêzên hikûmeta Şamê li gundê wan re ew rastî talankirin û diziyê tên û banga vegera hêzên QSD`ê kir.

Gundên Zirganê di navbera topbarana Tirkiyê û talankirina Hêzên hikumeta Şamê de ye
Gundên Zirganê di navbera topbarana Tirkiyê û talankirina Hêzên hikumeta Şamê de ye
Gundên Zirganê di navbera topbarana Tirkiyê û talankirina Hêzên hikumeta Şamê de ye
Gundên Zirganê di navbera topbarana Tirkiyê û talankirina Hêzên hikumeta Şamê de ye
Gundên Zirganê di navbera topbarana Tirkiyê û talankirina Hêzên hikumeta Şamê de ye
Gundên Zirganê di navbera topbarana Tirkiyê û talankirina Hêzên hikumeta Şamê de ye
Gundên Zirganê di navbera topbarana Tirkiyê û talankirina Hêzên hikumeta Şamê de ye
8 nîsan, 2021   03:22
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk û qaşo çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" li dijî Serêkaniyê û Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de û gihaştina wan li nêzî navçeya Zirganê re, zehmetiyên şêniyên navçe û gundewarên li ser eniyên şer dest pê kirin.

Di navbera navçeya Zirgan û gundwarên wê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji 1 – 2 kîlometere heye û rojane rastî êriş û topbarana ji aliyê dagirker û çeteyên wê tê.

ZIRGAN

60 gund girêdayî navçeya Zirganê ne. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 25 ji wan gundan dagir kirine. Zêdetirî 10 gundan li ser eniyên şer in. Hejmara niştecihên wan 50 hezar e. Ji wan zêdetirî 28 hezar kes piştî êrişên dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê, koçber bûne.

Piştî lihevkirina agirbestê ku di navbera Rûsya û dewleta Tirk de di 2019`an de hate îmzekirin, endamên hêzên hikûmeta Şamê li nuqteyên sînor û piraniya gundewarên navçeya Zirganê, belav bûn.

GILÎ Û GAZINC

Gundê Ereb Xan ê başûrê navçeyê 2 km dûrî herêmên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye. Tenê 7 malbat ji eslê 25 malbatan lê dijîn. Ev yek jî ji ber piraniya niştecihan ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne.

Di gund de nuqteyeke polîsên rûsî heye. Her wiha gelek nuqteyên endamên hêzên hikûmeta Şamê jî hene. Şêniyên gund gazincan dikin ku mal û milkên wan têne talankirin û dizîn.

ŞAHÎD

Nûçegihana me ji herêmê serdana gundê li ser eniya şer kir û hevdîtin bi gelek ji şêniyên gund re çêkir.

/kr/uploads/files/2021/04/07/192659_-.webp

Sibîha El-Nasir şahîda topbaranê ye wiha got: "Ez şahîda topbarana dewleta Tirk û hedefgirtina yekser li dijî malên sivîlan bûm."

Sibîha El-Nasir wiha domand: "Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî navçeya Zirganê re, min biryar da ku ez di mal û gundê xwe de bimînin. Lê piştî hêzên hikumeta Şamê li herêmên sînor belav bûne û xwe di gundê me de bi cih kirine wê demê ez neçar mam ji mala xwe derkevim."

Sibîha El-Nasir axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: "Piştî çend mehan ez vegeriyam mala xwe. Mala min ji aliyê endamên hêzên hikumeta Şamê hatibû talankirin û dizîn, tevî ku ji bo parastina gel hatinbûn."

Sibîha El-Nasir diyar kir ku dema ji mala xwe derket tu kes ji bilî hêzên hikûmeta Şamê di gund de tune bûn û tekez kir ku dema hêzên QSD`ê li gund bûn di nava aramî û ewlehiyê de dijiyan, lê hêzên hikûmetê tenê malan talan dikin û didizin.

‛PIŞTÎ KU EM VEGERÎN MAL, ME DÎT TEVAHÎ MAL Û MILKÊN ME HATIN TALANKIRIN Û DIZÎN’

/kr/uploads/files/2021/04/07/192718_-.webp

Her wiha welatiyê bi navê Ridwan Elî Mihemed jî wiha axivî: "Ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gund û herêma Zirganê em neçar man ji gundê xwe derkevin. Ji ber em li ser jiyana xwe û ya zarokên xwe ditirsiyan. Me berê xwe da navçeya Dirbêsiyê. Em nêzî mehekê li wir man û paşê me berê xwe da bajarê Hesekê."

Ridwan Elî Mihemed diyar kir ku piştî vegera wan dîtin ku hêzên hikumeta Şamê xwe di mala wî de bi cih kirine û ev tişt anî ziman: "Hemû milkên me talan kiribûn. Ji derî, pencere, parçeyên erebeya min jî li erebeya xwe siwar kiribûn."

EWLEHÎ

Ridwan Elî Mihemed di dawiyê de wiha got: "Hêzên QSD`ê parastina ewlehî û aramiya gel dikir. Lê endamên hêzên hikumeta Şamê yên ku hatine gundê me, ji bo talankirinê hatine."

VEGERA QSD`Ê

/kr/uploads/files/2021/04/07/192744_-.webp

Welatiyê bi navê Salih Hesen Abdullah destnîşan kir ku ew endamên hêzên hikumeta Şamê ve mal û milkên wan dizîn û talan kirin, ji lew re ew neçar man dev ji malên xwe berdin û berê xwe bidin gundewarên asuriyan ên li navçeya Til Temirê.

Salih Hesen Abdullah banga vegera hêzên QSD`ê li herêmê kir û parastina wan ji sûc û komkkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê kir.

(bx)

ANHA