Çeteyên Sûrî li Lîbyayê….Gelo erka wan bi dawî bû?

Dewleta Tirk di mijara derxisina çeteyên sûrî ji Lîbyayê de hîna jî fêlbaziyê dike. Tevî ku di çapemeniyê de propagandaya wê yekê tê kirin, lê rapor teqez dikin ku dewleta Tirk hîn jî çeteyan li bakurê Sûriyê perwerde dike da ku wan bişîne Lîbyayê . Gelo armancên dewleta Tirk çi ne û çima propagendaya derxistina çeteyan dike?

Çeteyên Sûrî li Lîbyayê….Gelo erka wan bi dawî bû?
8 nîsan, 2021   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHIYA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk, heta piştî avakirina hikumeta nû ya Lîbyayê çareseriya siyasî berdewam dike, ew jî bi rêya hebûna xwe ya leşkerî û girêdayî bi hebûna çeteyên sûrî re.

Dewleta Tirk bang û xwestekên navneteweyî ji bo derxistina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê, paşguh kirin. Her wiha tu girîngî neda derfetên ku jê re hate dayîn.

Di hefteyên borî de û piştî avakirina hikûmeta rêveber a nû, dezgehên çapemenî propagandaya vekişandina çeteyên sûrî de kir, li gel wê jî tu daxuyaniyên tirkî yên fermî yan jî heta lîbyayî nehatin dayîn.

Di raporeke Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) de ku di 3`yê Nîsanê de hate weşandin, hate eşkerekirin ku vegera çeteyên sûrî ji Lîbyayê heta niha rawestiye û beşa ku ji xaka Lîbyayê di 25`ê Adarê de derketiye heta van kêliyan negihaştiye Sûriyê.

Li gorî SOHR’ê di dema ku dive çete ji Lîbyayê beş bi beş vegerin Sûriyê, lê dewleta Tirk heta niha jî di mijara vegera çeteyan de lîstokan dike û dereng dihêle, bi wê re jî çete aciz in. Nexasim ku rewşên wan pir xirab bin. Mûçeyên xwe nagirin û dixwazin vegerin. Lê diyar e ku nêrîneke din a aliyê Tirkiyê heye, ew jî ew e ku fermanan di vî aliyî de dide û çete weke lîstokekê di destê istixbaratên dewleta Tirk de ne û çawa dixwaze wan digerîne."

Têkildarî mijarê SOHR’ê diyar kir ku komeke ji nêzî 380 çeteyên Sûrî pêk tê di nava çend rojên borî de gihaşt xaka Tirkiyê. Tu agahî tekez heta van kêliyan nehatine ku heger veguhestina wan ji Lîbyayê ber bi Tirkiyê ve yan jî ber bi herêmeke din ve hatiye kirin û yan jî heta niha li Tirkiyê ne.

SOHR’ê eşkere kir ku ji ber heta niha çete ji navendên xwe yên Lîbyayê beş bi beş venegerîne, wê demê dewleta Tirk hewl dide çavdêr û civaka navneteweyî bi rêya pevguhartina navendên çeteyan ên li Lîbyayê, bixapîne û propagandaya vê yekê bike ku ew vegerîne Sûriyê.

'DEWLETA TIRK DEV JI ÇAVNEBARIYA XWE BERNADE'

/kr/uploads/files/2021/04/07/192433_libye-2.webp

Nivîskar û pisporê kar û barên Lîbyayê Rida Şeiban girêdayî vê yekê wiha got: "Dewleta Tirk dev ji çavnebariya xwe li Lîbyayê û çi li herêmên bakurê Afrîkaya yan jî berava başûrê Ewropayê, bernade. Dê lîstokan di dosyaya çeteyan de bike û xwe diyar bike ku bersiva biryarên navneteweyî û biryarên komîteya leşkerî ya Lîbyayê ku di 23`yê Mijdara borî de biryara girîngiya derketina çeteyan û hêzên biyanî ji xaka Lîbyayê da, pêk tîne."

Nivîskar diyar kir ku dewleta Tirk hejmarên biçûk ji çeteyan bi awayekî eşkere vedikişîne û kesên ku ji kampên li bakurê Sûriyê anîne û ew tenê weke hejmar şandibûn. Dewleta Tirk ev yek kir ku pereyan ji hikûmeta El-Serac wergire, da ku aboriya xwe geş bike. Dewleta Tirk tenê hejmareke biçûk vekişandin, lê bi nepenî hejmareke mezin ji rêxistin, komên terorîst û serçete li xaka Lîbyayê hene.

Girêdayî sedemên ku dewleta Tirk propaganadaya derketina çeteyên sûrî ji Lîbyayê dike Rida Şeiban ev tişt got: "Niha dewleta Tirk rêbeza derenxistinê bi kar tîne heta ku helwesta rêveberiya serokê Amerîkayê yê nû Joe Biden der barê dosyaya Lîbyayê de nas bike û li ber çavan diyar dike ku ew biryarên navneteweyî pêk tîne û bersiva civaka navneteweyî dide."

'ÇETE ALAVA PÊŞEROJÊ NE DA KU PROJEYA DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ TEMAM BIKIN'

Girêdayî armancên dewleta Tirk ji lîstokên di dosyaya çeteyan de û dirêjkirina wê de Rida Şeiban destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji lîstokên di dosyaya çeteyan de û hebûna serçeteyên cûda ji komên terorîst ên alîgirên wê, ew e ku fişara li saziya leşkerî ya lîbyayî misoger bike û piştgiriya rêxistina îxwan a terorî ya lîbyayê ya alîgirê wê di hilbijartinên parlamentoyê yên pêş de dike, ku tê payîn di 24’ê Kanûna bê de li dar bikeve, bike.

Rida Şeiban wiha domand: "Piştî ku rêxistina îxwan pêşeroja xwe piştî di hilbijartinan li Lîbyayê de xurt kir, dê dewleta Tirk bi rêya vê rêxistinê berjewendiyên xwe temam bike, da ku serweriyê li dewlemendiyên Lîbyayê bike û vegerîne baregehekê ber bi dewletên bakurê Afrîkayê ve û Ewropa pê lawaz bike û hejmara ji wan terorîstên perwerdekirî bi rêya perava başûr a li hember perava Lîbyayê ber bi Ewropa ve bişîne. Ew jî dê bi rêya koçberiya nerawa pêk werin."

Şeiban destnîşan kir ku dewleta Tirk plan dike serweriyê li gelek dewlemendiyên Lîbyayê bike û bihêle rêxistina terorîst di biryara ji bo Lîbyayê de xurt be û gefan li Ewropa bixwe û li nêzî Misirê be. Ji ber dewleta Tirk, Misirê hevrikê herêmî yê bi hêz û dijminê îdeolojî yê ku rêxistina Îxwan a terorîst li Misirê têk biriye, dibîne.

'HIKÛMETA NÛ BI HEZARAN ÇETE HATIYE DORPÊÇKIRIN'

Têkildarî hewlesta hikûmeta nû ji vê yekê nivîskarê pisporê kar û barên Lîbyayê Rida Şeiban wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hikûmeta Abdullhemîd Debîbe hewl dide biryara Lîbyayê rizgar bike. Ev yek jî eşkere kir. Debîbe Diyar kir ku rêya hikûmetê zêdetirî astekê girt, lê ew bi tena xwe û bêyî destekdayîna navneteweyî ya rast di çarçoveya derxistina çeteyan de, derfetdayîna ji saziyên leşkerî yên Lîbyayê re ku erka xwe pêk bîne û desthilata nîştimanî ya Lîbyayê rizgar bike, dê xebatên hikûmetê di nava bi hezeran çete û rêxistinên terorîst de dorpêç bimîne."

(bx)

ANHA