Şêniyên Qamişlo: Divê her kes biryarên têkildarî tedbîrên Koronayê pêk bînin

Welatiyên Qamişloyê destnîşan kirin ku gelek girîng e şênî biryarên Rêveberiya Xweser ên têkildarî  sînordarkirina belavbûna vîrusa Koronayê pêk bînin.

Şêniyên Qamişlo: Divê her kes biryarên têkildarî tedbîrên Koronayê pêk bînin
8 nîsan, 2021   06:47
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî li Qamişlo, Reqa û Hesekê û qedexeya derketinê beşî li bajarokên din ferz kir, li hin tax û kolanên şaxî yên Qamişloyê şênî qedexeyê binpê dikin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilê Sûriyê ragihand ku heta niha 11 hezar û 333 kes bi Koronayê ketine di nav de 405 nexweş jiyana xwe ji dest dane û hezar û 342 nexweş jî baş bûne.

`ZÊDEKIRINA DEWRIYAN`

Welatiyên Qamişloyê bang li hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin ku dewriyeyên xwe li kolanên şaxî yên bajêr zêde bikin û bang li şêniyên herêmê jî kir ku li gorî tedbîrîn xweparastina ji vîrusa Koronayê tev bigerin.

Welatiyê bi navê Yasir Yihya diyar kir ku ji destpêka ku qedexe hate ragihand, hinek şênî tedbîran digirin, lê ne bi giştî û wiha dewam kir: "Qerebalix li firin, dikanên madeyên xwarinê heye û li hinek taxên şaxî yên Qamişloyê şênî bi xemsarî kom dibin."

Yihya bang li hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku dewriye û bendên xwe li kolanên şaxî  zêde bikin û got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo selametiya civakê tedbîrên xweparastinê digirin, lê divê hişkbûnek di ferzkirina tedbîran de hebe."

Yasir Yihya bal kişand ser girîngiya pêkanîna gel tedbîrên xweparastinê û wiha domand: "Divê hîn zêdetir girîngiyê bidin paqijiya sebzeyan, malê û dezenfetekirina destan û maskan li xwe bikin."

Li aliyekî din şêniyê bi navê Mehmûd Hisên destnîşan kir ku ew ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe ji malê derdikevin û ev yek lê zêde kir: "Divê gel ji kombûnan dûr bikevin û li gorî qedexeya derketina derve tevbigerin. Her wiha divê hêzên Ewlekariya Hundirîn jî dewriyeyên xwe li ber firinan û deverên giştî zêdetir bikin."

(eh)

ANHA