​​​​​​​Bijîşkekî li nexweşxaneya Reqayê: Biryara qedexeya derketina derve pêwîst bû

Çavdêrê Beşa El-Tîrac (rewşên awarte) li nexweşxaneya Reqayê Mihemed El-Cebir got:" Qedexeya derketina derve pêwîst bû, ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê bilind bûye û divê şêniyên herêmê pabendî pîvanên dûrketinê bin."

​​​​​​​Bijîşkekî li nexweşxaneya Reqayê: Biryara qedexeya derketina derve pêwîst bû
7 nîsan, 2021   06:58
REQA-EHMED EL-ELÎ

Piştî ku li herêmê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine zêde bû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêka hefteyê biryara qedexeya derketina derve ragihand.

Rêveberiya Xweser li bajarên Reqa, Hesekê û Qamişlo qedexeya derketina derve ya giştî û li herêmên din biryara qedexeya beşî ragihand, biryara qedexeyê ji duh ve dest pê kir û dê 12`ê Nîsanê bi dawî bibe.

Çavdêrê Beşa Awarte yê li nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê Dr. Mihemed El-Cabir axivî û got: "Di vê mehê de 20 kes bi vîrusa Koronayê ketin û ev jî hejmareke mezin e, di meha Adara derbasbûyî jî nexweşxaneyê hezar û 4 test çêkir, hate diyarkirin ku 208 kes bi vîrusê ketine."

Li gorî Mihemed El-Cabir Beşa El-Tiryac a li nexweşxaneyê testên nexweşan, li nexweşxaneyê kadroyên pispor hene û gelek beş jî hene. Ji wan nirxandina rewşan, senifandina wan, beşa testan û beşa perwerdekirina tibî.

Dr. Mihemed El-Cabir ev yek li gotina xwe zêde kir:"Beşa perwerdekirina tenduristiyê kesên bi  guman hişyar dike, piştre testan çêdike, bernameyekî taybet bi perwerdekirinê heye ku ew jî bernameyê peywendiyê ye, dema ku rewşa gumanbar neynî be em vê perwerdeyê bi kar tînin."

Mihemed El-Cabir da zanîn ku piştî gumana nexweşiyê çêbibe, divê kufletên malê xwe dûrî hev bixin, ya girîng jî divê destpêkê testê çêkin û  heta encama testê derkeve divê 3 rojan di mal de bimînin.

Mihemed El-Cabir got beşa Awarte ya li nexweşxaneya Wetenî ji hemû aliyan ve amade ye, ji bijîşk, hemşeriyan, text û tupê oksîjenê.

Mihemed El-Cabir diyar kir ku Reqayê du navendên karantînayê hene; navenda Heyva Sor a Kurd û navenda El-Nehda û li navendê text dagirtîne.

Mihemed El-Cabir destnîşan kir ku ew zehmetiya rewşa aborî ya şêniyan dizanin û got: "Lê em bi xeteriya mezin a vîrusa Koronayê re ku bandor li cîhanê kiriye rû bi rû ne û  di dawiyê de em beşek ji cîhanê ne.''

Dr. Mihemed El-Cabir di dawiyê de piştrast kir ku navendên karantînayê yên navborî li gorî derfetên xwe ji bo hemû rewşên awarte amade ye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/swMpBxPUsG8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>