Parêzerên rêber Abdullah Ocalan dîsa serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan dîsa serî li dozgeriyê da
7 nîsan, 2021   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Malbat, wasî û parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji 15'ê Adarê ve dema belavbûna îdiayên li ser tenduristî û ewlehiya rêber Ocalan, daxwaza 'hevdîtina lezgîn' dikin.

Li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî 2 serlêdan hate kirin.

Parêzeran piştî 8 salan di 2'yê Gulana 2019'an de, herî dawî jî heman salê 7'ê Tebaxê karîbûn muwekîlên xwe bibînin. Li ser nerazîbûna raya giştî, destûr dabûn ku rêber Abdullah Ocalan 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive, lê ev axaftin piştî çend deqeyan hatibû birîn.