Rojnameyên erebî: Sûriya hewl dide têkiliyên bi Ewropayê re normalîze bike

Rojnameyên erebî di hejmara xwe ya îro de behsa bangawaziyên Şamê ji bo welatên Ewropayê, astengkirina dan û standinên bendava Nehdayê û xewpêşandanên li Iraqê kirin.

Rojnameyên erebî: Sûriya hewl dide têkiliyên bi Ewropayê re normalîze bike
7 nîsan, 2021   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

DIYALOGEK NE YEKSER DI NABERA ŞAMÊ Û BRUKSELÊ DE TÊKILDARÎ ŞERÊN NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de behsa dan û standinên ne yekser di navbera Şamê û welatên Ewropayê de kir û wiha nivîsî: “Wezîrên karên derve yên gelek welatên Ewropayê bersiva nameyeke ne eşkere ya wezîrê karên derve ya Sûriyê Feysal Miqdad nedan. Di nameyê de Şamê daxwaza destpêkirina diyalogê kir.

Lê belê berpirsê kar û barên ewlehiyê û karên derve di Yekitiya Ewropayê (YE) de Joseph Borrell bersivek ne yekser da û wiha got: “Heke hikumeta Sûriyê gavên rast di rêgeha rast de avêt, em ê hemû bersivê bidin da ku em bigihêjin ‘Sûriya nû’. Heta ku xebatên derbasbûna qonaxa çareseriya siyasî li Sûriyê pêk neyên, dê ferzkirina cezayên aborî dewam bike, normalîzekirina têkiliyan li ser tu astan wê pêk neyê û em ê piştigriyê nedin xebatên jinûve avakirinê.” Ev bersiva Joseph Borrell û yekbûna helwesta welatên Ewropayê hişt ku El-Miqdad bi hêsanî carek din banga diyalogê li welatên Ewropayê neke.”

DAN Û STANDINÊN BENDAVA NEHDAYÊ CAREK DIN TÊN ASTENKIRIN

Têkildarî astengkriina dan û standinên bendava Nehdayê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Hewldanek din a gihaştina çareseriyekê di dosyaya bendava Nehdayê de ya di navbera Misir û Sûdan ji aliyekî ve û Etyopya ji aliyekî din ve, bi binket. Duh, Wezareta Karên Derve ya Misirê got gera nû ya dan û standinên bi Etyopya û Sûdanê re li Kînşasayê roja 4 û 5`ê Nîsanê hatiye lidarxistin, bê encam bi dawî bû.

Sûdanê û Misirê li ser wê yekê li hev kirin ku li kêleka navbeynkarên Yekitiya Afrîkayê yên heyî, Yekitiya Ewropa, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî jî beşdarî dan û standinan bikin. Misirê got ku Etyopyayê ev pêşniyar û pêşniyarên din ên têkildarî berdewamkirina dan û standinan, red kiriye.”

HIKUMETA IRAQÊ HEWL DIDE ÇIRÛSKA SERHILDANEKE NÛ VEMIRÎNE

Rojnameya El-Ereb jî behsa aloziya li Iraqê kir û got: “Hikumeta Iraqê hewl dide pêlek nû ya xwepêşandanan ku ji Nasiriyê dest pê dike, vemirîne. Hikumet ditirse ku serhildaneke nû li seranserê herêmên navarast û başûrê welêt, rû bide. Nexasim ku bajarê Nasiriyê ku navenda parêzgeha Zîqar e, wekî nimûneya xizanî, bêkarî û xizmetên xirab e û di sala 2019`an de veguherîbû navenda tevgera xwepêşandanan ya li dijî hikumetê û gendeliya rejima heyî ya Iraqê.

Hikumeta Kazimî gelek hewldanan dike da ku hêrsa gelê Zîqarê beriya hatina havînê, kêm bike. Li Iraqê êdî havîn bûye dema destpêkirina xwepêşandanên gel a ji ber aloziyên kehrebe û avê.”

(cx)