DKF: Em ji bo pêşxistina peywendiyên bi Rojavayê Kurdistanê re dixebitin

Serokê DKF Yûnis Behram diyar kir ku armanca wan ji serdana Rojavayê kurdistanê pêşxistina peywendiyan û avakirina hevpeymanên bi Rêveberiya Xweser re ye.

DKF: Em ji bo pêşxistina peywendiyên bi Rojavayê Kurdistanê re dixebitin
7 nîsan, 2021   04:01
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Forma Almanî-Kurdî ya bi navê (Deutsch Kurdisches Forum DKF) li Almanya yê tê naskirin, ji bo pêşxistina diyalogên Almanî-Kurdî di 3`yê Nîsanê de serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Di derbarê hurgiliyên vê serdanê de Serokê Forma Almanî-Kurdî Yûnis Behram ji ajansa me re axivî.

Yûnis Behram da zanîn ku armanca Forma  wan çareserkirina nakokiyên di navbera gelê Kurd û hikumeta Almaniyayê de ye nexasim (kurdên ku li Almanyayê dijîn) û wiha dewam kir: "Armanca me xurtkirina siyaset û dîplomasiya di navbera Kurdan û Almanyayê de ye, da ku em siyaseta Kurdan bi hikumeta Almanya bidin qebûlkirin."

`ZIHNIYETA DEWLETA TIRK KURDAN QEBÛL NAKE`

Yûnis Behram da xuyakirin ku ew dixwazin nêrîna li hemberî Kurdan bê guhertin, ji ber ku dewleta Tirk endama NATO ye û gelê Kurd wekî terorîst bi nav dike.

Yûnis Behram da zanîn ku pirsgirêka dewleta Tirk a dagirker ne tenê tevgereke kurdî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk heta hikumeta Başûrê Kurdistanê jî wekî teror dibîne, ev yek jî di dema ragihandina referendumê de derket holê, ango kêşe ne rêxistineke Kurdî ye, lê belê zihniyeta dewleta Tirk e ku kurdan qebûl nake."

Yûnis Behram destnîşan kir ku li cîhanê bi sedan komeleyên kurdî hene ku wekî terror tên naskirin, mînaka wê jî Heyva Sor a Kurdî ye û wiha domand: "Ruxmî ku ji aliyê hikumî ve wekî teror lê tê nêrîn, lê ji ew komele ji aliyê gelê Alman ve wekî baş tên dîtin ji ber ku gel rastiyê dizane."

Yûnis Behram diyar kir ku ew dixwazin bi rêya Forma  Almanî Kurdî rastiya Kurdan ku ew ne teror in eşkere bikin û wiha dom kir: "Bi taybet piştî ku dostaniya dewleta Tirk bi Ewropayê re lewaz bû û daxwaza Erdogan a vegerandina împratoriya Osmanî bi ser neket, asta dewleta Tirk jî daket asteke lewaz."

Yûnis Behram da xuyakirin ku piştî lewazbûna dostaniya Tirkiyê û Ewropayê me wekî pêwîstiyekê dît ku em li ser bingeheke xurt diyalogan bi pêş bixin û wiha dewam kir: "Em rasterast ji wan re nabêjin divê hûn têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re qut bikin, lê em ê hewl bidin ku bi wan bidin naskirin ku divê ew me ji bîr nekin."

HEVPEYMAN BI RÊVEBERIYA XWESER RE

Yûnis Behram wiha eşkere kir: " Bi hatina xwe re, me xwest hevpeymanekê bi Rêveberiya Xweser re bi pêş bixin, da ku em wan têkiliyan bixin xizmeta  pêşxistina siyaset û peywendiyên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser."

ZANÎNGEHA ROJAVA

Yûnis Behram diyar kir ku yek ji sedemên hatina wan jî mijara pêşxistina Zanîngeha Rojava ye ku ev demeke li ser kar dikin û wiha domand: "Me hejmarek ji profesorên zanîngehên almanî amade kirine ku bikaribin bi rêya Online waneyan bidin xwendevanên Zanîngeha Rojava."

Serokê Forma  Almanî Kurdî Yûnis Behram diyar kir ji bo ku ew têkiliyên di navbera anînghên Almanî û Zanîngeha Rojava de xurt bikin komeke ji profîsorên Almanî ku bêyî tu nirxekî bistînin, dixwazin alîkariya Zanîngeha Rojava bikin."   

ANHA