Apê Yûsif zêdetirî 50 salî ye karê dirûnê dike

Dirûnkarê herî kevin li bajarê Dêrikê tevî ku 80 salî ye jî lê ji ber girêdana wî bi pîşe û makîneya dirûnê ve, hîna jî karê dirûnê dike.

Apê Yûsif zêdetirî 50 salî ye karê dirûnê dike
7 nîsan, 2021   06:01
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Li bajarê Dêrikê apê Yûsif Ebdulehed wekî dibistaneke fêrkirina dirûtinê tê hesibandin. Ji dema ku dest bi vê karî kirye ve, pîşeya xwe fêrî gelek dirûnkarên din kir.

Apê Yûsif sala 1934`an li bajarê Hezax ê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li Hezaxê dema 15 salî bû fêrî dirûnê bû.

Bi awayekî pîşeyî karê xwe dike, rojane di dikana xwe ya biçûkê de li Dêrikê kar dike û dengê makîneya wî ku zêdetirî 50 salî ye li ser dixebite, nayê rawestandin.

Apê Yûsif ji kevintirîn dirûnkarê bajarê Dêrikê ye. Ji destpêka salên 1970`î ve dest bi vê pîşeyê kiriye. Sala 1975`an bawernameya pîşeyî ji Meclisa Parêzgeha Hesekê wergertiye.

Sala 1965`an ji Bakurê Kurdistanê ber bi Dêrikê ve koçber dibe. Tevî xalên xwe li bajêr dimîne. Ji bo ku alîkariya malbata xwe bike dest bi dirûtina cilên mêran dike û heta niha vî karî dike.

Tê bîra apê Yûsif ku destheqa dirûtina cilên mêran dema dest bi kar kiriye 5 lîreyên Sûriyê bû. Lê niha zêdetirî 50 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Destpêkê bi şêniyekî bi navê Ebdulezîz ê ji Dêrikê re kar dike. Lê apê Yûsif di dikana wî de cil û taximên mêran didirûtin.

Di destpêka salên 1970`î de apê Yûsif dikaneke biçûk dikire ku rûbera wê 6 metre çaregoşe ye. Heta niha li wê dikanê li ser makîneya xwe ya kevin cilan didirû û utî dike.

Apê Yûsif dibêje ku ew li Midyad, Mêrdîn û Cizîra Botan ji biçûkahiya xwe ve li ber destê dirûnkarekî ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Edîb fêrî dirûnê bûye û heta niha ruxmî temenê xwe yê mezin jî pîşeya xwe didomîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VhGaByQ4exI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>