Sûdan bi  hemû vebijêrkan gefan li Etiyopyayê dixwe

Têkildarî diyaloganên sûdanî yên girêdayî bendava Nehda ya Etiyopyayê îro koma diyalogan got:" Israra Etiyopyayê tevahî vebijêrkên ji bo parastina ewlehî û welatiyên Sûdan vedike, ew jî li gorî qanûnên navneteweyî ye". Ew yek jî piştî danûstandinên ku 3 rojan li Kenshasa çêbûne, pêk hat.

Sûdan bi  hemû vebijêrkan gefan li Etiyopyayê dixwe
6 nîsan, 2021   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Etiyopyayê hemû vebijêrkên alternetîf û çareseriyên navîn bi israr red dike, ku Sûdanê ji bo rolekê bide hevkarên navneteweyî yê NY`yê, Yekitiya Afrîkayê, YE`yê û DAY’yê ya ji bo hêsankirina diyalog û navbeykariya di navbera sêaliyan de pêşniyar kiriye.

Etiyopyayê der barê  berdewama heman diyalogên berê ku di Hezîrana 2020’an de pêk hatine, israr kir ku bê sûd in û li gorî wê divê danûstandin bi çavdêrên ku tenê guhdar dikin û tu fikireyê yan jî pêşniyarekê ji bo alîkariya danûstandinan pêşkêş nakin, pêk neyê.

Piştî sê mehan ji rawestandina danûstandinan, Sûdanê pêşniyara navbeynkariya çaralî pêşkêş kir, da ku danûstandinên ku di dewreya Yekitiya Afrîkayê ya berê de tu serkeftin pêk neanîne, geş bike.

Di  dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku israra Etiyopyayê dihêle ku  Sûdan bi tevahî vebijêkên ji bo parastina ewlehî û welatiyên bifikire."

(eh)